BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êriş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çarçoveyê de;
Di 31’ê Çileyê de saet 18:00 balafirên şer bombe li qada Sininê ya herêma Xakurkê û qada Sida ya Zapê barandin.
Balafirên şer 3’ê Sibatê piştî nîvro û saet 20:00 de qada Sininê ya Xakurkê û saet di 19:00 de jî qada Çemço ya Zapê bombe kirin.
Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat.”