Rêberê Gelan Abdullah Öcalan
Cudabûna zayendî bi serê xwe nabe sedema tu pirsgirêkên civakî. Çawa ku di gerdûnê de her misqala dualîteyê di hebûnê de mîna pirsgirêk nayê nirxandin, dualîteya di hebûna mirovan de jî nikare mîna pirsgirêk were bikaranîn. “Hebûn çima dualî ye?” Bersiva ji vê pirsê re were dayîn encax felsefeyî be. Ontolojî (zanista hebûnê) dikare ji dahûrîna vê pirsê re (ne pirsgirêk e) li bersivê bigere. Bersiva min ev e: ji derveyî hebûna dualî bi şêwazek cudatir hebûn nayê peydakirin. Dualîtî rêbaza hebûnê ya gengaz e.
Dîroka şaristaniyê, di heman demê de dîroka wendabûn û wendakirina jinê ye. Ev dîrok bi xweda û evdên xwe, bi hikumdar û tebayên xwe, bi aborî, huner û zanista xwe re dîroka ku kesayeta zilam a desthilat erê kiriye. Girêdayî vê wendakirin û wendabûna jinê, li ser navê civakê ketineke mezin û wendakirin e. Civaka zayendperest encama vê ketin û wendakirinê ye. Zilamê zayendperest dema ku li ser jinê serweriya xwe ya civakî ava kir ew qas bi îştah e ku her cureyên temasê tîne rewşa pêşandina desthilatiyê. Peywendiya zayendî ku diyardeyeke biyolojîk e her tim pêwendiya desthilatî lê hatiye barkirin. Li ser jinê bi hewaya serkeftinê tu carî ji bîr nake ku temasa zayendî daniye. Di vî milî de fêrbûneke pir mezin hatiye avakirin. Gelek gotinên ku pêşiyan gotine wek: “min hal kir” “min karê wê xelas kir” “qancix” “darê jinê ji cinetê hatiye ” “fahîşe, orispî”, “keça mîna kuran” “serê keçan bernedin” “divê hema serî were girêdan” mîna van gotinên bêhejmar tên vegotin. Têkiliya desthilatiya bicînsiyetê di nava civakê de çawa bandorker bûye gelekî eşkere ye. Di roja me de jî her zilam li ser jinê “mafê kuştinê” jî di nav de, rastiyeke civakî ye ku xwediyê mafên bêjimar e. Ev maf her roj tên bicîhanîn. Têkilî bi piranî di rengê destavêtin û destdirêjiyê de ye.
Pirsgirêkên zêdebûn an jî nifûsên zayendperestî ji nêzik ve girêdayî jin û malbatê ye. Nifûsa zêdetirîn, tê wateya sermayeya zêdetirîn. Jinbûna malê kargeha nifûsê ye. Em dikarin bibêjin ku kargeha malê herî bi nirx ên pêwîst, nifşên ji bo pergalê diafirîne ye. Mixabin di bin desthilatiya tekelparêzan de malbatê kirin vê rewşê. Tevahî zorî para jinê ne. Nifûsa ku zêde dibe, herî zêde dê jinê mehf bike. Di birdoziya xanedaniyê de jî bi vî awayî ye. Malbatperestiya ku bibîka birdoziya nûjeniyan e, pêngava dawî ya ku xanedantî gihaştiyê ye.
Tevahiya van taybetiyan bi bîrdoziya netew û netweperestiyê re dibe yek. Ji dewleta neteweyî re ji mezinkirina zarokan zêdetir binirx çi heye? Nifûsa zêdetirîn a dewleta neteweyî tê wateya hêza zêdetirîn. Nexwe, di bin zêdebûna nifûsê de sermayeya şidandî, berjewendiyên zilam ên jiyanî hene. Zehmetî, qehr, heqaret, êş, tewanbarkirin, feqîrî û bi çêbûna ji jinê re; qezenca bi kefî jî ji zilamê wê û sermayedarê wê re ye. Di dîrokê de tu serdem mîna roja me jinê weke amûreke îstîsmarê ya ji her alî bikaranîna hêz û tecrûbeyê destnîşan nekiriye. Ji çewisandina destpêk û dawî dema dîrokî ya herî kiritîk dijî.
Zayendperestî di dîrokê de herî zêde di serdema lîberalîzmê de mîna birdoziyeke bingehîn hat pêşxistin û bikaranîn. Lîberalîzma ku civaka zayendperest dewir girt, di malê de jinê tenê veguherandina karkereke bê mûçe jî bes nedît. Hîn zêdetir, mîna objeyeke zayendî kir amûr û bi derxistina bazarê re bi dest xist. Di zilam de tenê ked tê amûrkirin, di jinan de tevahî laş li gor giyanê tê amûrkirin. Di rastiyê de tşeya koletiya herî bi xeter dihat avakirin. Ne rengdêreke baş be jî “jina mêrê xwe” mijareke bêsînor a kedxwariyê de cih digire ye. Lê kesayeta ku bi her awayî bûye amûr, ji kolebûna Fîrewn zêdetir kolebûn tê vê wateyê. Ji kolebûna her tarî re vebûn, bûna koleyê dewlet an jî kesekî qat bi qat xetertir e. Xefika ku nûjeniyê ji jinê re vedaye ev e. Di dîtinê de jina ku ji azadiyê re vedibe, diket rewşeke amûra bikaranînê ya herî xerab û rezîl. Ji amûra reklamê bigire heta amûra seksê, heta amûra filmên porno amûra bingehîn a ku tê bikaranîn jin e. Bi hêsanî dikarim bibêjim ku di hilgirtina kapîtalîzmê de jinê kirina bin barê herî giran heye.
Nêrîna zilam ji zayendbûnê re, hîn zêde berovajî û bê berpirsiyarî ye. Di vê de nezanî û kûrkirina desthilatiyê di pîleya yekem de rist dilîze. Cuda jî li gel hiyerarşiyê û bi dewleta xanedaniyê re xwedî pir zarokan bûn ji bo zilam tê wateya ku bûne xwedî hêzeke ku dev jê nayê berdanê ye. Bûna xwediyê gelek zarokan tenê ne ji bo berdewamiya tov, mayîndekirina desthilatiyê û dewletê jî girtina bin ewlehiyê ava dike. Di wateyekê de ji bo ku dewleta tê wateya mulk û tekelekirinê ji dest neçe girêdayî mezinahiya xanedanê ye. Bi vî awayî jin bi hebûna laşî ji bo deshilatî û hebûna dewletê weke amûreke zarokanînê tê veguherîn. Ji bo jinê çewisandina tirsnak girêdayî xwezaya yekem û duyem bingehê wê bi vî awayî tê amadekirin. Rûxandina jinê girêdayî van her du xwezayan dahûrandin girîngiyeke mezin hildigire. Jixwe zêde pêwîstiya vekirinê jî nake, di bin vê sutatuya xwezaya dualî de jin jiyan û bedenî negengaz e ku demdirêj li ser xwe û bi awayeke ji halneketî xwe li ser lingan bigire.
Ketina laş û giyanî di nav hev de zû pêş dikeve. Jin ji bo domandina jiyana hinekan a ji bo girtina sexlemiyê divê dilê xwe bişewitîne, bi jiyaneke kurt û bi êş ve ber bi dawî ve dibe. Dîroka şaristaniyê û nûjeniyê li ser bingeha vê rastiyê dahûrandin û xwendin di girîngiyeke mezin de ye.
Bi eşkereyî destnîşan dikim ku dahûrînên civakî yên zayendperest ez pozîtîvîst dibînim. Ez bawer nakim ku bi nêzikbûnên qada heyberî em jinê dahûrînin. Bi taybet qadên koletiyê yên bi jinê dane xwarin em nizanin. Bi zêdehî fallûs-vajîna zîhniyet hatiye têkelkirin. Ez di wê bîr û baweriyê de me ku ev zîhniyet jêhatiyên mirovan ên din xirab û tune dike. Di vê mijarê de xala ku bal dikişîne tevahî heşînahiyan û di cîhana sewalan de diyar bikarhatineke bi wate, deme wê. Û teşeya diyardeyan cotbûna zayendî heye, di tovê mirovan de bêdem bi teşe û kirinê ve mîna ku bi azamî ji cewher hatibe valakirin tê çavdêrîkirin.
Misoger e ku dejeneretî çavkaniya xwe ji civakîbûnê digire. Hîn rastir dikare were vegotin ku pirsgirêka civakî (zext-çewisandin) hilatina wê bi berfirehbûnê re pêş ketiye. Ji her awahî ve çavkaniya xwe ji qutbûna civaka dayikê digire, divê were destnîşankirin ku pirsgirêka civakê ya bingehîn e. Ji bo rast pênasekirinê pêwîst e. Di mijara jinê de ezeziya zilam û çavsoriya wî diyardeyeke rojane ye ku her demjimêr dikare were çavdêrîkirin. Di vê mijarê de tu rêgezên zagonî û exlaqî nayên naskirin. Di her tebeqeyên civakî de bêyî ku çavên xwe bineqîne dikare bikuje jî, rastiyeke yên ku wîjdana wan hebe nikare paşçav bike. Bi giranî di bin navê evînê de ev nêzikbûn tê kirin. Jixwe dema girêdana evînê bi exlaqê re, bi rastiyê re kêm zêde hat şîrovekirin, dê heman were zanîn ku ev gotin dereweke herî ketî ye. Tu heyber di bin navê mijara evînê de, ne heşînahî, ne ajal heta bêruhê alema ku em dibêjin fizîkî ye de jî, tu carî nakeve nava çalekiyeke wiha. Hinek wate hê jî xurifînên nehatine dahûrandin tên çavdêrîkirin. Di tovê mirovan de sedema van kujerên bi vî awayî û wateya wê eşkere ye ku gelekî cuda ye. Bi desthilatiyê, bi çewisandinê girêdan di serê mijarên ku were vegotin de tê. Pirsa bingehîn a ku were pirskirin; zilam di mijara jinê de ev qas hesûd e, li ser jinê ferz dike û mîna cinawiran, bîst û çar demjimêran dev ji jiyankirina rewşa destavêtinê bernade? Bêguman destavêtin û tehakûm têgînên civakî yên hatine îstîsmarkirin in. A ku bijî-dawîbûyî çawaniya wê ya civakî vedibêje. Hîn zêdetir jî hiyerarşiyê, baviksalarî û desthilatiyê tîne bîr û ber çavan. Wateyek din a ku hîn di kûrahiyê de radizê îxaneta li jiyanê bi lêv dike. Girêdana jinê ya ku bi her awayî bi jiyanê ve dikare helwesta zilam a zayendperest derxe eşkereyiyê. Zayendperestiya civakî dewlemendiya jiyanê zayendperestiya kûr dike, di bin bandora xelas dike de dawî dibe, her sê rê ya ku diafirîne helwesta destavêtinê û desthilatiyê bi lêv dike. Ji bo bidestxistina rûmet û rastiya jiyanê mija li dora jinê belavkirin bi qasî dijwariya wê girîngiya wê parastin e.