GIRÊ SPÎ – Şeva din li bajarê Girê Spî yê dagirkirî, di navbera çeteyên Feyleq El-Mecd û çeteyên El-Cebhe El-Şamiyê de şerê bi çekên giran rû da. Li gorî çavkaniyên herêmî, şer ji ber girtina çeteyên El-Cebhe El-Şamiyê hin çeteyên Feyleq El-Mecd ku ji herêmê direvîn, derket.
Ji ber şer rêyên diçin bajêr, hatin girtin. Vê yekê bandoreke neyînî li ser jiyana şêniyên bajêr kir, bi taybetî di aliyê peydakirina pêdiviyên rojane de. Ji ber ku bajarê Girê Spî çavkaniya sereke ya bazirganiya şêniyên bajêr û gundewarên wê.
Car caran di navbera komên çeteyên girêdayî Tirkiyê de li herêmên dagirkirî ji ber nelihevkirina li ser parvekirina milkên welatiyan ku didizin, şer rû dide.