EDENE – Mûrat Şîmşek ê li Girtîgeha Tîpa L a Kalkanderê ya Rîze dimîne, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn di hevdîtina telefonê ya heftane de bi birayê xwe Sûat Şîmşek re parve kir. Şîmşek, diyar kir ku girtiyên siyasî bi girtiyên edlî re dixin heman qawîşan û got: “Em girtiyên siyasî rastî zextên derûnî, gefên kuştinê û heqaretên girtiyên edlî tên. Girtiyên edlî gefa kuştinê li me dixwin. Li hemberî me muameleya terorîstiyê dikin. Rêveberiya girtîgehê hewl dide me bi hişmendiya darbeya faşîst a 12’yê Îlonê kole bike û bi pêkanîna têkilhevkirin- lihevanînê me teslîm bigire. Lê bila baş bê zanîn ku, emê tu carî teslîm nebin û em tiptîk li ser pîyane. Tekane gazinca me, bêdengiya saziyên mafên mirovan û raya giştî ye.”
Birayê Şîmşek Sûat Şîmşek, anî ziman ku derbarê jiyana birayê xwe de bi fikare û got: “Divê rayedarên girtîgehê dest ji van pêkanînan berdin.”