BEHDÎNAN – Di derbarê komploya 15’ê Sibatê a ku li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de tê meşandin Gerîllaya YJA STAR’ê Bêrîtan Amara ji ajansa me re axivî û wiha diyar kir: “Bangawaziya me taybet ji bo ciwanan, ji bo jinên Kurd, ji bo ciwanên Kurd e. Pêwîste berê xwe bidin çiyayên azad tevlî nava refên azadiyê Gerîlla bibin û wek xelekekê mil bidin hevdu û em bikaribin sala 2020’an bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo”.
“Qey hêzên PKK’ê yê şikandinê jiyan bike”
15’ê Sibatê komploya ku ev 22 sale li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê meşandin. Mirov nikare bêje tenê di aliyê dewleta Tirk de ev komplo pêş ket. Dewleta Tirk tenê wek piyonekî hat bikaranîn. Pişt dewleta Tirk de hêzên hegemonîk yê merkezî yê Emerîka be, yê Rusya be hemû dewlet wisa di desthilatdariyê de bûn yek û komployekî wisa pêş xistin. Gotin wek fîzîkî em Serokatî bêxin nav çar dîwaran de qey her tişt xilas bibe, yê berxwedaniya gelan xilas bibe, tekoşîn êdî nameşe û hêzên PKK’ê yê şikandinê jiyan bike. Tabî bi wî awayî çênebû. Gor xwesteka dijmin ev derneket. Xwestin vê gor berjewendiyê xwe bikarbînin lê ev gor xwesteka wan derneket. Ev vala derxistin di şexsê gelê Kurd de jî mirov dikare vê bibîne. Ev komplo rastî vala derket. Dema Serokatî hat girtin bi serhildanên pêş ketin, bi hezaran insanan bedena xwe dan ber agir, hezaran insana bedena xwe dan ber birçîbûyînê û ser vê dagirkeriyê de meşiyan. Serhildanên pir mezin pêş ketin. Hê bêhtir bi vê re hêz û îradeya gel jî mirov didît di wir de.
” Hemû Cîhan Serokatî wek Serokê xwe qebûl kiriye”
Rastî li hember dagirkeriyê têkoşînek, serhildanek pir mezin derket holê. Di vir de mirov dibîne, tenê ne gelê Kurd hemû gelê cîhanê ji bo Serokatî rabûn. Hemû cîhan Serokatî wek Serokê xwe qebûl kiriye. Ji ber ku têkoşîna Serokatî ji bo azadiyê ye. Ji ber dagirkerî jî nayê qebûl kirin hertim li hember vê dagirkeriyê têkoşînek meşiya ye. Gel jî dema vê dibîne refleksê gel jî yê xurt derdikeve. Ji wê rojê heya îro jî, mirov mêze bike hertim dagirkeriyê xwestiye gelê Kurd biçilmisîne. Di hindek tişta de, him fîzîkî, qirkirin be, him jî milê mejî de, Psikolojîk de, milê Çandî de her awayî dagirkera xwestin li ser gelê Kurd û hemû Kurdistanê êrîşek topyekûn bidin meşandin. Lê çiqas ev êrîş hatin kirin jî di şexsê kesayeta gelê Kurd hertim ev komplo vala hate derxistin. Heta roja me ya îro jî vala derdikeve. Mînaka vê îro mirov dikare di Rojava de jî bibîne. Çiqas êrîşê dagirkeriyê çêbibe jî ruxmê vê têkoşînek pir mezin di her milî de bi her awayî hem di gelê Kurd hem di hêzên me de berxwedaniyek pir mezin heye. Tecrîd çiqas heya roja me ya îro jî were meşandin ev tecrîd, tenê ne li ser Serokatî ye. Her milî de dagirkerî dixwaze him li ser hêza PKK’ê him ser Serokatî, him li ser gelê Kurd vê tecrîdê bide meşandin.
” Gelê Kurd bi berxwedaniya xwe, Serhildêriya xwe û Şerkeriya xwe tê nasîn”
Gelê Kurd çawa serî radikin dixin zindanê, berxwedaniyek çêbibe kuştin, faîlî meçhul tê ferz kirin. Vir de dibêjin em gelê Kurd fîzîkî qetil bikin, yan jî em bavêjin zindanan vî awayî em ê tune bikin. Lê ev gor ew di fikirin dernakeve. Ji ber ku her tim gelê Kurd bi berxwedaniya xwe, serhildêriya xwe, şerkeriya xwe tê nasîn. Her milî de jî, her demê de jî têkoşîna gelê Kurd bi vê komployê zêdetir bûye. Berxwedaniya greve birçîbûnê be berxwedaniye zindana be, kesayeta jinekê wek Leyla Güven pêşengtiya jinekê de hemû civak, hemû cîhan ji bo Serokatî rabu. Cara yekeme di cîhanê de serokekî wisa derketiye. Dibe ku ji bo tekoşîn wek Kurde fakat di hemû cîhanê de ji bo Serokatî hem qebûl kirinek heye, him xwedî derketinek heye, him jî têkoşînek pir mezin heye. Ev gelê Fars be, yê Tirk be, yê Ereb be, heya Almanya, heya Ewrupa li her derê ev têkoşîn berdewam kir. Wek xelekek bûn û mil dan hevdu. Her milî de têkoşînek pir mezin hebû. Ev jî dide nişan ku tu carî zilma dagirkerî dixwaze li ser gelê me bide meşandin li hember vê serî tewandinek çênabe. Ev di kesayetê gelê Kurd de xwe dide pêş.
“Sala 2020’an wê bibe sala fîzîkî azadiya ya Rêber Apo”
Heya roja me ya îro jî vê tecrîdê vê komployê vala derxistin pêş dikeve. Ev jî rola me divê di vir de çêbibe. Him wek ciwan him wek jinên ciwan pêwîste pêşengtiya civakê jin bike. Serokatî her tim dibêje civakek sekna xwe çibe ev di kesayeta jin de xwe dide pêş. Ji bo vê pêwîste jin di civakê de rolek pir mezin bilîze. Di her milî de pêwîste pêşeng be, têbikoşe, li berxwe bide, serhildanî be û di her milî de bi hêzek mezin bi ser dagirkeriyê de bimeşe. Yê vê civakê bide meşandin jin e. Pêwîste jin vê xwediyê xwe bibîne û li gor rola tê dayîn pêwîste tevbigere. Heya niha hertim îradeya jin, têkoşîna jin di pêş de ye, ev biber çave. Pêwîstiya jin xwe ispat kirinê nemaye. Hezar jin jî ev ispat kirine di dîrokê de. Ruxmê her tiştî têkoşîna jin çi astê de ye ev berbi çave. Vê astê de pêwîste jin têkoşîna xwe hertim bilind bike. Em wek xelekekê mil bidin hevdu û em bikaribin sala 2020’an bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Me temam kirin jî girêdayî civakê ye. Em li vir dibe ku têkoşînek didin, ji bo azadiyê şer dikin lê yê me temam bike jî gelê me ye, taybet jî jine. Îradeya di wir de li hember dagirkeriyê were dayîn moralekî, hêzekî pir mezin dide me jî. Wekî hêz pêwîste jin derkeve pêş.
“Ciwan qet li hember dagirkeriyê serî natewînin”
Bangawaziya me taybet ji bo ciwanan, ji bo jinên Kurd, ji bo ciwanên Kurd e. Pêwîste berê xwe bidin çiyayên azad tevlî nava refên azadiyê Gerîlla bibin. Pêwîste têkoşîna xwe di vir de hê bêhtir xurt bikin. Ciwan rastî jî xwedî enerjiyek, tempoyek pir zêde ne. Pêwîste vê enerjiyê bi zanistî re bêxin yek û li hember dagirkeriyê şer bikin. Ji bo vê jî pêwîste berê xwe bidin çiyayên azad. Gor tê xuya kirin ciwan qet li hember dagirkeriyê, li hember koletiyê serî natewînin. Her tim têkoşînek wan ya pir xurt heye. Pêwîste dîsa bi vî awayî wek hêzek xurt serî rakin û vê dagirkeriyê, vê zilmê qebûl nekin. Pêwîste berê xwe bidin çiyayên azad û bi fikrek azad bikaribin li hember dagirkeriyê şer bikin.
NC / ZERYA BAGOK