BEHDÎNAN – Di daxuyaniya HPG’ê de hate gotin, “Hêzên me di 8’ê Sibatê de di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Partîzan çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de derbên giran li kozik û stargehên dijmin hatin xistin, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.”