DARMSTADT – Meşa Dirêj bi dirûşma “Rê nede tecrîdê, bi Rêber Apo azad bibe” 8’ê Sibatê ji Frankfûrtê dest pê kir. Provokasyonên polîsên Elman dewam dikin. Polîsan li wesayitên çalakgeran geriyan û ciwanekî Elman ê enternasyonalîst destgîr kirin.
Ciwanên ku ji bo şermezarkirina komploya navdewletî ya 15’ê Sibatê û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin û wê 6 rojan bimeşin, mîna 2 rojên destpêkê îro jî bûn hedefa êrişa polîsên Elman.
Di roja destpêkê ya meşê de dirûşm û al hatin qedexekirin, di roja duyemîn de polîsan piştî ku meş bi dawî bûn êrişî ciwanan kirin û 3 ciwanên ji Fransayê tevlî meşê bûn destgîr kirin.
Ciwan serê sibehê saet di 09:30’î de li Lûîsenplatzê ya Darmstadtê li hev kom bûn û dema ku xwe amade dikirin dest bi roja sêyemîn a meşê bikin bûn hedefa provokasyona polîsên Elman. Polîsan ciwanekî Elman ê tevlî meşê bû destgîr kirin û li amûrên deng û teknîkê yên çalakiyê digerin.
Ciwan li qadê ne û li benda destpêkirina meşê ne.