DARMSTADT– Ciwanên ku di seat 09.00an de li Darmstadt Qada Luisenbergê kom bûne, dema ku dest bi meşê bikin rastî provakasyonên polîsên faşîst ên Elman hatin. Polîsên ku teknîk û alavên ku di meşê de dihatin bikaranîn yek bi yek qontrol kirine, hemû al, flama û pankart jî qontrol kirin. Piştre jî polîsan, ciwanek enternasyonlîst ku tev li meşê bûye, binçavkirin.
Ligel hemû êrîşan, bibîryariya ciwanan kêm nebû û beravajî vê hîn bi moraltir û coştir dest bi meşê kirin.
Di meşa îro de jinên ciwan pêşengî dikin û li gor plansaziyê ji Darmstadtê heyanî Bensheimê 20 km wê bimeşin.
Di meşê de, provakasyona polîsên Elman ku dixwestin dîmenên ciwanên ku dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” û di derbarê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de diavêjin bikşînin, berdewam dikir lê ciwan bibîryar in ku heya dawiya çalakiyê çalakiyên xwe bidomînin. Bi teybetî jî coş û kelecana jinên ciwan bal dikişand û jinên ciwan ên ku ji ajansê me re axivîn jî dan zanîn ku heya tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rabe û azadiya fizîkî yê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk were têkoşîna wan wê bidome.
Li gor plansaziya roja sêyemîn a Meşa Dirêj, meşvan bi êvarê bigihîjin Bensheimê û piştî bidawîbûna meşê jî tev li semînera “Serok û Jin” bibin û bernameya îro wê bi dawî bikin.