BENSHEIM– Di salvegera 21. a Qomploya Navdewletî de, roja sêyemin a Meşa Dirêj ê ku di 8e Sibatê de li bajarê Frankfurtê ji bo protestokirina qomployê û daxwazkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dawî bû.
Çalakî, îro jî, wek du rojên borî rastî provakasyonên polîsên Elmanan hat. Çalakvanên ku ji bo meşê li Darmstadt Luisenplatzê kombûne, serî sibê rastî êrîşên polîsên Elman hatin û ciwanek Elman jî hatibû binçavkirin. Ciwanê Elman ku hatibû binçavkirin jî di dora seat 14.30an de hate berdan.
Çalakiya ku bi pêşengiya jinên ciwan hatibû destpêkirin, ligel rewşa hewayî ya nebaş û helwestên provakatîf ên polîsên Elman, bi coş û moralek mezin di roja sêyemîn de jî berdewam kir. Ciwanan, di seranserê riya meşê de dirûşmeyên bi Kurdî û Elmanî ya li ser azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û li hember polîtîqayên dagirkirinê ya Dewleta Tirk a faşîst avêtin û dîsa li navenda bajêr jî belavokên bi Elmanî belav kirin. Meşa ku mirovên li derdorê jî piştgirî dida, li Bensheimê bi dawî bû. Meşvan, ji bo ku tev li semînera ku jinên ciwan di mijara “Têkoşîna Azadiyê ya Jinan” de amadekirine, bibin, derbasî li Dêra Bensheimê bûn.
Çalakî, sibê di seat 09.00an de ji navenda qîtarê ya Bensheimê wê dest pê bike û ji vir heya Mannheimê jî çalakvan wê bimeşin.