NAVENDA NÛÇEYAN – Gencanî Welatparêz û Jinanî Gencî Tekoşer ji beşdariya meşa ku wê di 14’ê Sibatê de li dijî komploya navneteweyî pêk were banga tevlêbûnê li ciwanan kirin.
Gencanî Welatparêz û Jinanî Gencî Tekoşer di daxuyaniya xwe de bal kişand ser wan xalan û ev bangawazî kir:
“Bi wesîleya salvegera 21’ê ya Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd hate kirin em carekî din şermezar dikin. Şehîdên hêja û leheng ku bi şiyara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ xwedî li Rêber APO derketin û parastin, bi rêz û minet bi bîr tînin.
15 Sibat bi pênaseya Rêber APO roja qirkirina gelê Kurd e. Hêzên hegemonîk bi komploya 15 Sibatê xwestin di şexsê Rêber APO de gelê di qirkirinê re derbas bikin. Dîl girtina Rêber APO projeya dewam kirina parçe kirina Kurdistanê ye. Bi komplo armanç dikin parçebûyîna Kurdistanê mayînde bikin. Em wek Gencanî Welatparêz û Jînanî Gencî Tekoşer, li her dewerê Başurê Kurdistanê ji bo şikandina komplo, tecrîdê û dagirkirina Kurdistanê em ê di nav çalakiyan de bin. Bangawaziya me ew e ku genc û jinên genc yê Başurê Kurdistanê ji bo qirkirina gelê xwe bi ruhê şehîdên Kurdistanê li hember komplo di roja 15 Sibatê de rawestin. Divê genc bêdeng nemînin li hember komplo xwe tevlî çalakiyan bike.
Wê pêşengtiya Gencanî Welatparêz û Jinanî Gencî Tekoşer, li Silêmanî di 14 Sibatê seat 18:00 an li Baxê Giştî de wê meşekî bi meşeleyan wê were kirin. Divê Ciwanên Başurê Kurdistanê bi ruhê yekîtiya netewî tevlî vê meşê bibe.
Bi pêşengtiya Gencanî Welatparêz û Jinanî Gencî Tekoşer, bi rasthatina salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê a li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Başûrê Kurdistanê çalakî tên kirin. Li seranserê bajarên Başurê Kurdistanê, ciwan ji bo şermezarkirina komplo di nav tevgerandinê de ye. Ciwanan çalakiyê nivîs nivîsandin, pirtûk û parêznameyên Rêber APO belav kirin, wêneyên Rêber APO daliqandin û li her dewerê paçê reş daliqandin tê kirin.
Em wek Gencanî Welatparêz û Jinanî Gencî Tekoşer, carek din diyar dikin ku ji bo komplo û tecrîd were şikandin wê çalakiyên me bidome. Bangawaziya me carek din ji ciwanan re ji bo dahatûya xwe Serî Hilde.”