NAVENDA NÛÇEYAN – Li seranserê Başurê Kurdistanê dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku di şexsê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatibû meşandin çalakiyên Ciwanên Başurê Kurdistanê didome. Jinên Ciwan yên Şoreşger û Gencanî Welatparêz ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê li Ranya û Kerkûkê paçeyên reş û wêneyên Ocalan daliqandin.
KERKÛK
Jinên Ciwanên Şoreşger li navenda Kerkukê ji bo şermezarkirina komploya navnetewî paçên reş daliqand. Li ser paçên reş nivîsa “Bê Serok Jiyan Nabe” hatibû nivîsandin.
RANYA
Herwiha Jinên Ciwanên Şoreşger li gelek dewerên bajarê Ranya jî paçên reş daliqandin. Li ser paçên reş wek sloganên “Bijî Serok APO, Bimre îxanet, Bimre bêdengî” hatibûn nivîsandin.
Dîsa li Ranya Gencanî Welatparêz wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li gelek deweran xist. Li ser wêneyan “Ji Rêber APO re Azadi” dinivîse.