BÛRSA – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlhiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Nevroz Uysal, Faîk Ozgûr Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan Newroz Ûysal û Rêzan Sarica, di 2’ê Gulan, 22’ê Gulan, 12’ê Hezîran, 18’ê Hezîran û 7’ê Tebaxa 2019’an de çûbûn Îmraliyê pê re hevdîtin kiribûn.
Parêzer ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve her heftê serî li dozgeriyê didin, lê hemû serlêdanên wan bê bersiv mane.