LUDWIGSHAFEN– Meşa Dirêj ya ku ciwanên Kurd û yên enternasyonalîstan 8ê Sibatê li bajarê Elmanyayê Frankfûrtê dabû destpêkirin, bi beşa îro ji Ludwigshafenê ber bi Homburgê va dest pê kir.
Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Meşa Dirêj ya ku bi dirûşma “Rê Nede Tecrîdê, bi Rêber Apo va Azad Bibe” va hatiye amadekirin, îro ji bo beşa 23 kîlometreyê bi dirûşmên “Berxwedan Jiyan e” û “Bijî Rêber Apo” va dest pê kir.
Bi tevlîbûna 100 ciwanan Meşa Dirêj bi bibiryariyeke xurt va berdewam dike. Ciwanên ku her roj bi dirûşmeyeke cuda va dimeşin, îro bi çarçoveya pêngava ‘Nehêle’ va dimeşin. Li ser vê bingehê, di danê êvarê li ser pêngava Nehêle yê semînerek bê dayîn. Meşa îro yê li bajarê Homburgê dawî bibe. Ciwan piştî meşê ji bo xwarina şîvê û semînerê yê derbasî salona çalakiyan bibin.