ŞENGAL – YCÊ û YJCÊ li komelgeha Duhla a Şengalê bi meşek meşaleyî 22. salvegera komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Meşê li ber avahiya PADÊ li Komalgeha Duhla a Şengalê destpê kir û heta Qada navenda bajarok dewam kir. Gelek ciwan û welatiyên Şengalê beşdarî meşê bûn, Di meşê de, dirûşmeyên, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin berz kirin. Her wiha di meşê de alên YCÊ û wêneyênn Ocalan hatin hildan.
Piştî meş gihişt navenda Duhla li ser navê YCÊ û YJCÊ daxuyaniyek hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em wek ciwanên Êzidî 22’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo şermezar dikin. Ev komploya li ser Rêberê gelan Rêber Apo hatî kirin, ji bo bê îradekirina gelên bindest bû. Her kesek ku li dijî zilm û zordariyê derketibe bi komployên qirêj têne tinekirin. Bi têkoşîna Rêber Apo ev xwesteka komplogeran a tûnekirina tekoşîna gelên bindest vala derket. Wan xwestin me belav û tine bikin, lê ew bi xwe tinebûn. Bi serhildan û tekoşîna gel bi sedan keç û xort bûn Xelekek ji agir û gotin hun nikarin roja me tarî bikin.
Em jî wek Yekitiya Ciwanên Êzidî û jinên Ciwan ên Êzidî, bang li tevahiya ciwanan dikin di li dijî tecrîda li ser Rêber Apo têkoşîna xwe xûrtir bikin.”