HOMBÛRG – Meşa Dirêj ya ku bi tevlîbûna 110 ciwanên ji Elmanya, Fransa û Swîsreyê berdewam e. Meşa îro ya 13 kîlometreyî ji îstasyona trênê ya St. Ingbertê ber bi Saarbrûckenê dest pê kir.
Bi tevî hemû provakasyon û zextan Meşa Dirêj ya ku li bajarê Elmanyayê Frankfûrtê bi dirûşma “Rê Nede Tecrîdê, bi Rêber Apo va Azad Bibe” hatibû destpêkirin, bi awayekî serkeftî di dawiya roja 6emîn da yê bigihêje Saarbrûckenê. Ciwanên ku her roj bi dirûşmeke cuda dimeşin, îro bi dirûşma ‘Welatparêzî’yê va dimeşin.
Di van 5 rojan da, tevî êrişên provakatîv yên polîsên Elman û rewşa hewayê ya xerab, ciwanan ji coş û bibiryariya xwe da tu tişt kêm nekirin. Bal kişand ku meşa roja dawî jî mîna ya yekem bi kelecaniyeke xurt e. Her bajarê ku ciwan lê derbas dibin, gelê welatparêz jî tevlî meşê dibe. Roja dawî ya meşê da dayîkên Kurdistanî û endamên CÎKê jî piştgiriyê didine meşvanan. Meşa ku gelê Elman jî di malên xwe da bi çepikan piştgiriyê didin yê li Saarbrûckenê dawî bibe.
Çalakvan yê êvarê piştî meşê, li Saarbrûckenê ji bo çalakiya Meşa Dirêj ya 6 rojan binirxînin yê derbasî salonekê bibin. Piştî nirxandinan, sînevîzyona ku hatiye amadekirin yê bê temaşekirin û bernameya îro yê dawî bibe.
Ciwanên Kurd û yên enternasyonalîst 14ê Sibatê roja Înê di danê sibehê bi otobûsan yê ber bi Strasboûrga Fransayê bi rêbikevin. Ji 3 milan, li tevahiya Ewropayê çalakvanên Meşa Dirêj yê li vir bigihêjin hev û yê ber bi Konseya Ewropayê va bimeşin.