NAVENDA NÛÇEYAN – Di salvegera komploya navneteweyî de ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, li gelek bajaran operasyonên qirkirina siyasî pêk hatin. Rêveber û ciwanên HDP’î hatin destgîrkirin.
AMED
Li Amedê danê sibehê avêtin ser gelek malan. Di encamê de rêveberê HDP’ê yê Bajêr Îrfan Soner, Hevserokê Navçeya Baglarê Mehmet Atlihan û Hevserokê Navçeya Yenîşehîrê Sadrettîn Kaya, endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Mele Yûsûf Andan, rêveberê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) yê Navçeya Baglarê Alî Alkan, rêveberê HDP’ê yê navçeya Baglarê Abdullah Dengîz û endamê berê yê Meclîsa Şaredariya Baglarê Rifat Tûrfan hatin destgîrkirin.
DERSIM
Li Dersimê jî danê sibehê avêtin ser wargeha xwendekaran û malên HDP’iyan. Di serdegirtinan de 10 kes hatin destgîrkirin. Tê gotin ku hejmara kesên tên destgîrkirin dibe ku zêde bibe.
MÊRDÎN
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di serdegirtinê de kesê bi navê Saît Sirdaş ê 21 salî hate destgîrkirin û ew birin Şaxê TEM’ê yê Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.
WAN
Li Wanê jî hêzên çekdar ên dewleta Tirk danê sibehê avêtin ser malan û gelek kes destgîr kirin. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Yûnûs Dûman jî destgîr kirin.
ENQERE
Serdegirtin vê sibehê li Enqereyê jî hebû û gelek kes hatin destgîkirin. Li gorî agahiyan gelek endamên HDP’ê û xwendekarên zanîngehê hatin destgîrkirin.