MARSÎLYA – Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, meşa ku li dijî komploya navneteweyî ji bo 3 rojan dest pê kir, di roja 2’emîn de ye.
Ji Bordeaûx, Montpellîer, Toûloûse, Dragûnyan û Lyonê gelek kes tevlî meşê bûn.
Meşê doh ji pêşiya Şaredariya Martîgûesê dest pê kir. Di roja destpêkê de 150 meşan heta bajarê Marîgnaneyê meşiyan û êvarê li Marîgnaneyê man.
Roja duyemîn a meşê jî ji pêşiya Şaredariya Marîgnaneyê dest pê kir.
Roja duyemîn a meşê wê êvarê li St. Antîonê ya li ketina Marsîlyayê bi dawî bibe.
Sibe jî wê meşvan ji vir saet di 10:00 de dest bi meşê bikin, heta qada Vîeûx Port a Marsîlyayê bimeşin û bi mîtîngekê dawî li meşa xwe bînin.