NAVENDA NÛÇEYAN – Malbata Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Mihemed Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç, ji bo biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbatên girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Xeyrî Konar û Weysel Aktaş jî, bi heman armancê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbatan herî dawî di 5’ê Hezîranê û 12’yê Tebaxa 2019’an de, hevdîtin bi xizmên xwe re kiribûn. Malabat ji 12’ê Tebaxa 2019’an û vir ve serlêdan dikin, lê hemû serlêdanên wan hatin redkirin.