SAARBRUCKEN– Meşa Dirêj ê ku ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku 21 sal in di tecrîdê de ye, ji aliyê ciwanên Kurd û enternasyonalîst ve her sal bi awayekî bastanî tê kirin, li Saarbruckenê bi mîtîngekê re hat bidawîkirin.
Ciwanên ku ji 8ê sibatê vir ve li gelek bajaran meşiyane, ligel hemû provakasyonan bi bîryardariyek mezin ve çalakiyên xwe heya 13ê Sibatê domandin û gihîştin Saarbruckenê.
Bi partiyên siyasî û rêxistinên girseyî re hevdîtin pêk hatin
Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên ku di seranserê 6 rojan de bi dirûşmeya “Tecrîdê Nehêle, Bi Rêber APO re Bibe Azad” ve meşiyane, di dema meşê de belavok belav kirin û ji aliyê JXK/YXK ve dosyayên ku di derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û armanca Meşa Dirêj de ye, pêşkeşî sazî û partiyên Elman hate kirin. Li navenda bajêr û sûkê, bi gelê Elmanan re nîqaş hatin kirin û li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bal hate kişandin.
Ligel hemû qedexeyan posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hat vekirin
Di roja dawî ya meşê de ciwan, 13 km meşiyan. Ciwanên ku li ber Europa Galerieyê kombûne, li wir bi mîtîngekê re roja şeşemîn ya meşê bi dawî kirin. Di mîtîngê de Hevserokê KON-MEDê Tahîr Koçer, Berpirsiyariya Karên Derve ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Saarbruckenê Dilan Akdogan û li ser navê Tevgera Jinên Ciwan jî Viyan Botan axivîn. Di mîtîngê de, ciwanan, li hemberî zext û polîtîqayên qirêj a Elmanya ku dimeşîne, posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku hatiye qedexekirin, vekirin. Ciwanan, bi vî awayî li hemberî dewleta Elman bertekên xwe û ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re jî dilsoziyên xwe nîşan dan.
Bi konserê bi dawî bû
Ciwanan, piştî mîtîngê bi qîtarê çûn Saarbruckenê û derbasî lîwanekê bûn. Li lîwanê konserek hat lidarxistin. Wek hunermend Hozan Comerd, Hozan Berbang û DJ Pehlîvan tev li konserê bûn. Her wiha ji kombêja zarokan a Saarbruckenê Botan jî tev li çalakiyê bû. Wek axaftvan li ser navê Tevgera Jinên Êzîdî Zêro Êzîdî, Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Saarbruckenê Dexîl Îbrahîm û li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mervan Botan tev lê bûn.
Ber bi Konseya Ewropayê tên meşîn
Her sê çalakiyên Meşa Dirêj ên ku li hemberî Qomploya Navdewletî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tên kirin, li Strasbourgê bêne cem hev. Çalakvanên Meşa Dirêj ên ku ji beşa ciwanan, beşa enternasyonalîstan û beşa Swîsrê ve pêk tê, îro li Strasbourgê bêne cem hev û ber bi Konseya Ewropayê ve wê bimeşin.