MEXMÛR – Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) û Tevgera Jinên ên Mexmûrê (TJCM) bi meşek meşaleyi 21’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezarkirin. Di daxuyaniya li ser navê TCM/TJCM’ê hate kirin de ev hate gotin: “Divê ciwan ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo di her qada lê dijîn de Rêbertî bixwînîn, fêm bikin, bijîn û çalakiyên di asta herî xurt de pêş bixin.”
Meşa ciwanan li ber deriyê Şaredariyê destpê kir. Di meşê de ciwan bi meşale û vekirina pankarta bi nivîsa “Tecrîdê Bişkêne, Faşîzmê Hilweşîne, Kurdistanê Azad Bike” vekirin.
Li pêşiya Navenda Çand û Huner a Mexmûrê (NÇHM) daxuyaniya ciwanan piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan û şûnde ji aliyê endamê TCM’ Îsmaîl Uçar ve hate xwendin.
Uçar bal kişand ser komplo û planên dagirkeriyê yên li dijî pêşengên ji bo gelên hejar têdikoşin û daxwaza azadiya wan dikin.
Uçar anî ziman ku ti demê êrîşên dagirkerî û qirkirinê li Kurdistanê bi dawî nebûye û got: “Tevî vê jî gelê Kurd ti demê binestî qebûl nekiriye, ji bo welatê xwe serî hildaye.”
Herî dawî Uçar bal kişand ser rola ciwanan a di têkibirina komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bang li ciwanan kir ku divê di vê rojê de dakevin qadna û got: “Divê her ciwan û gelê Kurd berxwedana Ocalan a li Îmraliyê tê dayîn ji bo xwe bike mînak û li her qadê asta têkoşîn û berxwedanê bilind bike. Ji bo vê pêwîste ciwan li her qadê Rêbertî bixwîne, fêm bike, bijî û çalakiyan xurt bike.”
Piştî daxuyaniyê û şûnde sînevîzyoneke komployê vedibêje hate nîşandan û çalakiya ciwanan bi dirûşmên ‘Bimre Komploya 15’ê Sibatê’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Tu Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’ bi dawî bû.