RANYA – Li navçeya Ranya ya girêdayî Silêmaniyê ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê di pêşengiya ciwanan de meşeke bi meşale hat lidarxistin.
Bi pêşengtiya Gencanî Welatparêz (Ciwanên Welatparêz) û Jinanî Gencî Tekoşer (Jinên Ciwan ên Têkoşer) li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Ranya meşeke bi meşaleyan pêk hat. Ciwan bi dirûşmên, “Bijî Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bimre Îxanet” meşiyan.
Piştî meşê li ser navê Jinên Ciwan ên Têkoşer Şeyma Resul diyar kir ku heta komplo neşikê û Rêberê PKK’ê Abdullah azad nebe wê çalakiyên wan bidome.
‘Em ê li dijî komplogeran çalakiyên xwe bidomînin’
Resul axaftina xwe wiha domand: “Komplo roja reş e. Em reşiyê qebûl nakin. Rêber Apo ji bo mirovahiyê li Îmraliyê di nav berxwedaneke pir mezin de ye. Em ê jî li derve heta komployê bişkînin bi ruhê şehîdên Kurdistanê çalakiyên xwe li hember kompgeran bidomînin.”