WAN – Yekîneyên Tolhildanê yê Şehîd Sakîne Cansiz û Şehîd Baran Dersim daxuyaniyek nivîskî da û got: “Em têkoşîna li dijî komploya navneteweyî weke pirsgirêkeke rûmetê dibînin. An em ê bi Rêber Apo re azad bijîn, yan jî jiyanek bê Rêber Apo red dikin najîn û nadin jiyîn.”
Di dewama daxuyaniyê de li ser çalakiyan ev agahî hatin parvekirin:
“13’ê Sibatê Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz û Baran Dersim li Xaçort a wanê li dijî wesayîta zirxî ya ku dixwest bikeve taxê bi bomeyeke destan çalakiyek hate kirin. Dijmin ê li vir kete şokê neçar ma vekişe. Li aliyê ku dijmin reviya pankarta bi nivîsa ‘An jiyanek azad bi Rêber Apo re, an jî najîn û nadin jiyîn’ hate vekirin.
12’ê Sibatê yekîneyên tolhildanê yên me li taxa Bostanîçî Sixge ya Rêya Ermûş a Wanê dema wesayîta zirxî dixwest bikeve taxê bi teqemeniyên bi dest hatin çêkirin û guleyên hewayî çalakiyek hatiye kirin. Dijmin ê ji ber berfa zêde asê man, bûn hedefa bûmbeyên destan ên yekîneyên me. Li vir wesayît hate derbkirin.
12’ê Sibatê li navçeya Ertemêtan a Wanê yekîneyên me stasyoneke bazê şewitandin.”