STENBOL – Binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyeyê roj bi roj zêde dibe. Li girtîgehên tîpa T ên hejmara 1 û 2 ên Tekîrdagê girtiyên siyasî bi lez û bez hatin sirgûnkirin.
Parêzerên Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) li ser mijarê agahî dan ANF’ê û diyar ikrin, ku ji bo girtîgehê veguherînin girtîgeha jin û zarokan girtîgehên bi tîpa T ên hejmara 1 û 2 ên Tekîrdagê beriya hefteyekê hatin valakirin û ji girtiyên siyasî yên hatin sirgûnkirin 15 jê ji doza PKK’ê ne.
Parêzeran ragihandin ku li sê girtiyên PKK’î yên hatin sirgûnkirin lêgerîna bi rengekî tazîkirî hatiye ferzkirin û li wan xistine.