ŞIRNEX – Di salvegera komploya 15’ê Sibatê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê komek ji ciwanan çalakiya protestoyî kirin. Ciwan li du deverên taxa Cûdî li hev kom bûn û agir dadan.
Piştî demeke kurt gelek wesayitên zirxî û arkuj sewqî herêmê hatin kirin. Agirê ku ciwanan dadan ji aliyê arkujan ve hate vemirandin. Lİv û tevgera polîsan a li taxê heta derengiya şevê dewam kir.