STENBOL – Endamên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî roja 15’ê Sibatê saet 12:30’an li dijî Cihê Pîşesaziyê ya Fatîh a li navçeya Esenyûrt a Stenbolê çalakiyek lidarxist. Yekîneya Tolhildanê îmalatxaneyekî du qat li Cihê Pîşesaziyê de şewitandin. Di encama çalakiyê de îmalatxane bû xwelî. Li cihê pîşesaziyê xisarekî madî çêbû.
Di daxuyaniyê de hate gotin; “Li dijî sîstema serwer a Tirk li her kolanê, li her taxê, li her bajarî em ê berxwedana xwe geştir bikin û hesab ji dewleta tirk a komploger bipirsin.”