NAVENDA NÛÇEYAN
Beriya her tiştê, ez eqlê zilam û ramyariya zilam ku bi qomployek hovane li navenda Parîsê rêhevalên me Sara, Rojbîn û Ronahî qetil kirine bi nefretek mezin şermezar dikim. Jina efsane rêheval Sara, di serê sala 1958’an li gundê Tahti Xelîl a girêdayî Dersîmê tê li ser rûyê cîhanê. Lê belê, di qeydên şêniyê de bi şêweyê 12’ê Sibata sala 1958’an derbas dibe. Gundê wan yê xaniyên xwe li kêleka rê ava kirine, ji bîst malan pêktê. Gundek di halê xwe de çavên xwe ji jiyanê re vedike. Hevala Sara zaroka malê ya yekemîn bû. Dayîka wê, di nîvê zivistanê de bi hatina jina efsane û por xelek ya çavê xwe li ser wê gundê biçûk li cîhanê vekirî pir keyfxweş dibe. Dayîk û bavê wê, zarokên ji komkujiya Dêrsîmê rizgar bibûn.
Jina efsane rêheval Sara, wek keçek mezin ya malê hat mezin kirin. Ji lewra neçar ma di temenê xwe yê biçûk de, berpirsyartiyên malê rabike ser milê xwe. Bi pîvanên civakî yên malbatê re girêdayî carna ji bo ku berpirsyariyên xwe baş pêşwazî bike, dibû xwedî hewldanên girîng. Di hundirê civakê de çawa ji bo her jinekê pîvanên kevneşopiyê dihat pozber kirin, di civaka ew têde mezin bibû jî heman pîvanên jiyanê li ser dihate pozber kirin. Lê, dema hevala Sara meyla şoreşgeriyê tê dighêje, li cem wê her ku diçe nêrînên têkiliyên civaka kevneşop girîngbûn û giran bûna xwe winda dike. Li gor hişmendiya civaka kevneşop mezin bû. Lê, têde asê nema. Lê, dipirsî. Ji ber lêdipirsî, avahiya hişmendiya wê ne statîk bû. Ji pêşketin û guhertinan re vekirî bû. Ji bo wê serkeftinên ku ji çalakiyên tevlê dibû digirt, ji pirsgirêkên rojane li malê derdiketin zêdetir girîngtir bû.
Ew dem, yek ji demên ku her Kurd ji Kurdîtiya xwe, ji zimanê xwe, ji çanda xwe şerm dikir û hewl didan bibin Tirk bû. Fêrbûna peyvek Tirkî, dibû mijara pesn dayînê. Tirkî fêrbûn, bûna Tirk, li ser vana bûna yê serkeftî, cîh girtin, bûna modern, bajar bûn li nav tiştên dixwestin de dihat jimartin. Bişavtina ku di roja me ya îro de tê şermezar û lanet kirin, wê demê cûda lê dihat meyze kirin. Şerm, berovajiyê roja me ya îro bû. Di wê demê de nezanîna zimanê Tirkî, ne bûna bajar û ne bûna Tirk di hat wateya paşverûtiyê. Kurdî axaftin, çand û govenda Kurdî dana jiyan kirin û xwedî lê derketin, paşverû û li xarê dihate dîtin. Şîreta dayîka hevala Sara ya herê mezin ev bû; “ji Kurdîtiya xwe şerm neke.” Di demek wisa de, hevala Sara nakokiyê di navbera şîretên dayîka xwe û pîvanên di civakê de derbas dibin jiyan dike. Ev nakokî, hevala Sara berbi meyla şoreşgeriyê ve dibe.
Dayîka wê, wê asî dikir. Hem asî dikir, hem jî fêrî şerkirinê dikir. Şerê wê yê destpêkê, li hember aliyên kevneşopiyên kevnar ya di şexsê dayîka xwe de, ji bo jin ne di pejirand bû. Ji dayîka xwe pir hesdike. Lê, di kesayeta dayîka xwe de jî, li hember taybetmendiyên ku layiqê hemcinsê xwe nedidît, di nav raperînek mezin debû. Hewldanên dayîka wê ew bû ku, wê bixe jinek klasîk û ji bo zewicandinê amede bike. Lê, hevala Sara her timî bi veşartî pirtûk dixwend û hewl dida bibe xwedî fikrê ramyarî. Lêgerînên wê, li ser çalakiyên şoreşgerî bû. Ne dixwest wek dayîka xwe jiyan bike. Dixwest di kesayeta dayîka xwe de çarenûsa hezaran sale ji bo jin hatî diyar kirin perçe bike û peyît bike ku ji bo jinan cîhanek din jî bi derfete.
Bi lêgerînên xwe, Rêbertî nas kir. Li nav koma birdozî ya Rêbertî saz kiri bû de, hevala Sara endama jin ya yekemîn bû û heya dawiyê jî cihê xwe di nava vê birdoziyê de girt. Pêşketinên tevgera azadiya jin ya di roja îro de, bi tevlê bûn û sekna wê re sirûş daye. Li nav koma destpêkê bûye tovê tevgera azadiya jinê.
Bi jina efsane rêhevala Sara re tevgera azad ya jin, şitil da, şax vegirt û qurm da. Rêhevala Sara di nava komên destpêkê ya partîbûnê de, rola diyarker leyistiye. Di komcivîna PKK ya yekemîn ku di 27’ê Mijdara sala 1978’an li gundê Fîs a girêdayî navçeya Amedê Lîcê pêk hatî de, wek nûner cîh digre. Wek delegeya jin ya yekemîn, heya dawiya jiyana xwe bi vê birdoziyê re girêdayî dimîne û her wisa jina yekemîn ya endama damezrênerê PKK ye. Hebûna rêhevala Sara ya li nav refên PKK’ê, rol û mîsyonek diyarker daye jinê. Bi girêdan, têkoşerî, berxwedêrî, bi sekna xwe ya bi vîn, bi tevlêbûna xwe ya milîtaniyê re, hîn ji destpêka saz kirinê ve li hemberî jin baweriyek mezin ava kir.
Piştî salên xwe yên li girtîgehê li hember neyar, sekna xwe ya serbilind hîn zêdetir bi hêz kir. Li hemberî wehşeta darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê ku di dîrokê de wek darbeya herî binavûdeng ya lêdana herê mezin li Kurdîtî û nirxê Kurdistanê daye re rû bi rû dimîne. Hevala Sara wek jinekê, bi tena serê xwe li hember wehşeta êşkenceyên Esat Oktay (ku di cîhanê de êşkencevanê wek wî kêm tên dîtin) rû bi rû dimîne. Ji derveyî êşkenceyên fizîkî, bi rêbaz û pîvanên kevneşopiyê jî hevala Sara tê êşkence kirin. Lê belê, hevala Sara bi hemû hêza xwe ve vê êşkenceyê vala derdixe û nahêle ya dijmin dixwaze bi ser bikeve. Ji ber berxwedaniya birûmet ya hevala Sara, rê nade ku yek lewaziyek biçûk jî bê jiyan kirin. Li hember vîna hevala Sara daye raber kirin neyar jî şaş maye û ji vê berxwedaniyê tiştek fêm nekiriye. Zilamên êşkencevan, di jiyana xwe de cara yekem li hemberî xwe, jinek wisa berxwedêr di dîtin. Wan êşkencevanan şaşitiyên mezin jiyan kirin. Lê tenê, di guhê hevdû de di fisfisandin. Ev berxwedaniya efsanewî ya rêhevala Sara çawa ku li ser neyar bandorên veşartî daye çêkirin, li ser gelê me jî rê li ber bandorên mezin vekiriye.
Rêhevala Sara, bi berxwedaniya xwe ya bi rûmet ku li hember wehşet û êşkenceyên 12’ê Îlonê yê mejiyê mirovan bêdeng dike de meşandibû, ji gelê me yê ku para xwe ji civaka zayendperestî girtî re jî bandorek mezin daye çêkirin. Di destpêka tekoşîna azadiya Kurdistanê de, baweriya gelê Kurd ya bi jinê hate ava kirin. Bi vê rastiyê re hat dîtin ku ger potansiyela di jin de firsetê bibîne, dikare sînorên li nav malê derbaz bike û bi xwe re rê li ber gelek rastiyan vebike. Ne wek dibêjine “por dirêj e, aqil kêm e’’, hat dîtin ku ti kêmaniyên xwe ji zilam nîne. Berovajiyê wê, di pir mijaran de ji zilam bi hêztir û zanistire. Baweriya ji rêhevala Sara re, veguheriya baweriya ji jina Kurd re. Vîna ku rêhevala Sara dayî raber kirin, hûner û hêjahiyên derxistine holê, zivirandin hêjahiyên jina Kurd. Veguherand destana berxwedaniya jina Kurd ya bi ti pirtûkan mirov nikaribe berxwedaniya wê pênase bike.
Di girtîgehê de sekna berxwedêr, serbilind û bi rûmet ya dayî nîşandan, di salên xwe yên tekoşînê yên pişt re jî de mezintir kiriye û parastiye. Di temenê xwe yê li çiya de derbaz kiriye, bi xwestek û coşek mezin li hemû qadên tekoşînê tevlêbûna xwe daye çêkirin û jiyan kiriye. Gelek dilnizm bû. Karê jêre dihat dayîn ti carî biçûk ne didît û hesanî jî nêz ne dibû. Ew rêhevala me ya giyan ya girêdayî, xwedî vîn, bi biryar, durust, dilnizm, bi nîzam, pak, empatî û sempatî bû. Ew bi van taybetmendiyên xwe re ji destpêkê heya roja dawiyê jî bê nîqaş, bû yek ji pêşengên qadro ya herî pir di kesayeta xwe de nûneriya milîtaniya PKK’ê kir, qadroyên pêşeng yên bi vî rengî jî kêm tên dîtin.
Tekoşîn, sekn, berxwedaniya jina efsanewî rêhevala Sara, bû tekoşîn, sekn û berxwedaniya jina Kurd. Rêbertî jî dibêje; “tekoşîna rêhevala Sara, tevgera azadiya jin bi xwe ye.” Çawa ku rêhevala Sara hemû merheleyên tekoşîna azadiya Kurdistanê di şexsê xwe de jiyan kir, di hemwext de hemû merheleyên tekoşîna azadiya jin jî kêlî bi kêlî jiyan kir. Jiyana rêhevala Sara, dîroka tevgera azadiya jin bi xwe ye. Hemû merhele, pêvajo, xemgînî û kelecana wê di cîhana xwe ya madî û manewî de pir zîndî jiyan kir. Wek jinekê, şahidî ji dîroka tekoşînê re kirin, rêhevala Sara xistina dîrokek zindî ye. Pêwîst dike ku mirov dîroka partiyê bi taybet jî dîroka jinê, ji meyzekirinên wê yê jin guhdar bike û bixwîne.
Rêhevala Sara, birdoziya rizgariya jin û her pênç rêgezên wê di şerê jiyan û sekna xwe de bi yekpare pêkanî û bû Rêbera jin. Heya dawiyê bi ax, welat, gel, çand û nirxên xwe ve girêdayî bû. Ji xwe ya yekemîn di tekoşîna azadiya Kurdistanê de serî rakiriye, bi hestên welatparêziyê yên ji kur de jiyan dike ve girêdayî ye. Êşên gelê Kurd jiyan dikir, rastiya tevkujî, nijadperestî û bişavtinê ya li ser Kurdistanê tê meşandin dît, red kir, li hember vê rastiyê meydan xwend û ji bo rizgariya gelê xwe û welatê xwe giyanê xwe feda kir. Bi vê awayî rêhevala Sara, welatparêzî wek hest, fikir û rêgezekê ku ji bo wê dikare giyana xwe bide jî, ji dil de jiyan kir.
Rêhevala Sara; di milê fikir û vîn de, rêhevaleke jin ya azadîxwaz bû. Bedelê wê çi dibe bila bibe nêrînên xwe bê dudilî tanî ser ziman û bi awayek digihand vegotinê. Di fikrê xwe de ne doxmatîk û girtî bû. Bi fikrek tenê re asê nedima. Fikrên wê, ji guhertinê re vekirî bû. Fikrê wê, ji derveyî tepisînên ji derve bû. Di vê milê de xwedî fikrên azad bû. Di warê fikrê xwe biparêze, veguherîne biryarê û pêkbîne de jî, xwedî seknek jina bi vîn bû. Di odeyên êşkencayan de bi tena serê xwe wek rêxistinek nêz dibû û her biryarên ku digirt jî li gor rêgezên rêxistinê û rêgezên azadiyê dida. Ji biryara girtî bawer dikir û bi vîna xwe gengaz pêk dianî. Her tim xwedî wê hêz û vînê bû ku dikarî bû berpirsyariya rastî û xeletiyên xwe rabike. Di her qonaxa jiyana xwe de, fikr û vîna azad wek şêwazekê jiyan dikir. Aliyê wê ya wê dixe milîtana azadiyê jî eve.
Jina efsane rêhevala Sara, pîvanên estetîk û exlaqê di jiyan û kesayeta xwe de dixist meriyetê. Yek ji rêhevalên ku herî pir neşmî nêzî estetîk û etîk dibû, rêhevala Sara bû. Cîhana wê ya gîyanî, pir bi estetîk bû. Ji xweza, mirov, gel, nirx û her tiştê re bi sempatî û empatî nêz dibû. Tişta difikirî digot. Tişta digot jî pêkdianî. Li jiyan, bûyer û diyardeyên pêşdiketin jî pozîtîf meyzedikir. Hewldida yê baş, xweşik bibîne û bineqîne. Xweşikbûnên li derdorê wê ne dihat dîtin dida dîtin û mafê tiştên baş jî didayê. Qandî giranî dida manewiyeta estetîkê, ewqasa jî giranî dida aliyê wê yê maddî. Hêlên jiyanê yê manewî û madî pir ji hev cûda nedikir. Ji bo vê di jiyanê de aliyê estetîk yê fizikî jî esas digirt. Ji bo wê elimandinên wê yên ne baş nîn bû. Cixare venedixwar û cihê ku ew lê bû, destur ne dida kes vexwe. Ji bo kesên vedixwarin jî, teşwîq dikir berdin. Cihê ku lê jiyan dikir, ji bo paqijî û nîzama wê pir titîz nêz dibû. Paqijiya cîhana wê ya hûndirîn, pakî û xweşikbûna cîhana giyan û fikra wê, bandor li ser cîhana wê ya ji derve jî dikir. Bi ruxmê mercên têde jiyan dikir jî, lê her sihar werzîşa xwe dikir, dûşa xwe dikir û taştiya xwe jî bi nîzam dikir. Di wê de paqijbûn û nîzam hûzûr ava dikir. Rê li ber vedikir ku xwe baş hîs bike. Ji xwezayê pir hesdikir. Ji çiya, gir û rûbaran jî pir hesdikir. Di werzîşên siharan de, xwe di ber himêza xwezayê de berdida û bi bedewiya xwezayê re dibû yek. Efsûn dibû. Jinek xweşik û baş bû, her wisa ji xweşikbûn û başiyê jî pir hesdikir. Ev di wê de rêgezek bû. Li nav tekoşîna me bûye nîşaneya estetîk û exlaqa jin ya ji dîrokê heya roja me ya îro hatiye.
Têkoşer bû. Li hember her cûrên zordestî, bê mafitî û zilmê radibû û ti carî serî ne ditewand. Bêtekoşînî û bêçaretî, wek koletî û bêçaretiyê digirt dest. Bêyî ku li mezinbûn û biçûkbûna bûyeran meyze bike, wexta pirsgirêk derdiketin, ger di holê de rewşek bê mafitî hebûya, bê gengaz dixist rojeva xwe û li hember wê tekoşîn dikir. Her wiha li hember polîtîkayên dewletê yên înkar û îmhayê ku li ser gel didin meşandin di nava tekoşînê debû. Cardin li hember civaka zayendperest ya li ser jin koletî û paşverûtî daye avakirin jî, di nava tekoşînê de bû. Li hember darên ku di xwezayê de ziha bûne dihat jê kirin û cixare ya ku zerer dide tenduristiya hevalan jî tekoşîn dikir. Li hember helwestên ku dil dişkîne, rûxîner û nêzîkatiyên belav dike, bê mafitiya herê biçûk, tiştên ku zerer dide jiyan, mirov, xwezayê û ji bo her tiştên xerab di nava tekoşînê debû. Di tekoşîna hevala Sara ya biwêrek de, enerjiya wê ya berxwedaniyê û xwestekên wê ti carî xilas ne dibûn. Di her cûreyên şerê dayî meşandin de, her timî îda û israra xwe parastiye. Ji bo vê yekê, navê pirtûka xwe xistiye ‘‘jiyana min her timî bi şer bû.’’ Tekoşîna xwe ya ku bi navê şer pênase kiriye, di wê de şêwaza jiyanê bû. Rêgezek bû. Li hember bê mafitî, ne başî û tiştên xerab yên didît jî bê deng nedima. Li hemberî vê teqez di ket nava şer û sererast dikir. Di şerê xwe de her demî serkeftî bû. Çawa ku di berxwedaniya xwe ya li hember celad û êşkencevanê derbeya nav û deng ya 12’Îlonê Esat Oktay bi serkeftî bû, hevala Sara di hemû şerên xwe de jî bi serkeftî bû. Wek navê pirtûka wê, jiyana wê her tim bi şer bû.
Rêhevala Sara, yek ji wan jinan bû ku meydan li hember şaristanî û serdema zilam xwend. Rêhevala Sara, bi rexne kirin, jêpirsîn û zelalbûna wê ya di red û qebulê de, têkoşerî û sekna wê ya bi vîn, wek xençerek ketibû dilê desthilatdarên serdemê. Rêhevala Sara di kesayeta xwe de, tevgera azadiya jin ya her ku diçe pêşdikeve pêşxist. Her ku rêhevala Sara dimeşiya, pêşdiket, mezin dibû, ewqasa jî tevgera ku jêre pêşengtî dikir jî, dimeşiya, pêşdiket û mezin dibû.
Rêhevala Sara, rûmeta jin bû. Nîşana jina birûmet bû. Di kesayeta wê de, gule li jina bi rûmet hat xistin. Ew gule li mejiyê jina serbilind disekinî hat xistin. Ew gule li fikir û çalakiya jin hat xistin. Xwestin bi riya komkujiya Parîsê di şexsê jina efsane rêhevala Sara de ji tevgera azadiya jin re bibêjin “RAWESTE.” Li Parîsê di komploya 9’ê Çile yê de ku rêhevala Sara, Rojbîn û Ronahî têde hatin qetil kirin, ev komploya mezin, ya herê dawî ya şaristanî, serdem û yekdestiya zilame. Ev komploya herî mezin û herî dawî ya li hember lêgerînvanên azadiya jin û tevgera azadiya jin hatiye pêkanîne. Em ji komployên di Rojhilata navîn de li hember Xwedawend Înana û Tîamat bigrin heya komployên di Serdema navîn de li Ewrupa di bin navê nêçîra pîrebokan, di sedsala 19. de li Newyorkê li febrîqeya pembûya de jinên karker yê hatin şewitandin, berbi dawiya sedsala 20. de di komara Domînîng de li hember xwişkên Mîrebal roja 25’ê Mijdarê, di 9’ê Çile’yê de li Parîsê tevkûjiya ku hatî pêkanîn, wek xeleka zincîrê ya şaristaniya zilamê serdest û yekdest ku li hember sekna jina azad komploya herî dawî û herî mezin ya pêşxistiye.
Ewrupa cihê ku herê zêde serdema zilam lê bi reh bûye. Li wir xwediyên şaristaniya zilam yê yekdest ji bo ku tola xwe ji sekna jin bigrin, hevala Sara, Rojbîn û Ronahî bi hevre qetil kirin. Ev komplo li hember tekoşîn, rêxistinbûn û tevgera azadiyê hatiye pêkanîn. Bi vê komployê re di şexsê her sê rêhevalên me de, gef li meyla azadiya jin, sekna jin û tevgera azadiya jin hat xwarin. Bi riya komplo û tevkûjiya 9’ê Çile ya li Parîsê pêkhatî de xwestin peyamê bidin. Peyama wan jî ev bû; ‘‘ger hûn ji darazandin û jêpirsînên nirxên me yên serdema zilam dest jê bernedin, şerê ku hûn li hember wê didin dawî lê neynin, em ê bi vê awayî yek bi yek serî û dilê we bi perçiqînin.”
Ev komplo û komkujî, di Kurdistanê de li hemberî Rêber APO ya meyla azadiya jin pêşdixe û wek pêşnûme veguherand tevgerê jî, wek gefek mezin hate pêşxistin. Xwestin ji Rêber Apo re bibêjin; “destê xwe yê ku vê çaxê ji destê me digre û dide destê jinê vekişîne.’’ Xwestin bibêjin; “pênç hezar sale bi îtîfaqek pir mezin, zor û bela ew jina ku em bi rêya evînê dixapînin û radizînin, li hemberî me hişyar neke û raneke raperînê.’’
Jina azad gelê azad e, civaka azad e, welatê azad e. Dema mirov ji vê perspektîfê lê dinêre, komplo û tevkûjiya 9’ê Çile yê, bi qandî meyla azadiya jin, sekna azadiya jin û tevgera azadiya jin hedef kiriye, ewqasa jî civaka azad, sekna civaka azad û tevgera azadiya Kurdistanê jî xistiye hedefa xwe.
Xwestin derbe li tekoşîna tevgera azadiya Kurdistan ya ku di bin pêşengiya jin de li ser esasê dijberê eqlê zilam yê desthilatdar, yekdest, hevbeşbûyîna jina azad, demokratîk û kolektîf ava kirî bidin. Ji bo ku yekdestiya xwe li ser linga bigre, fikrê jina azad, zimanê wê ji bo xwe astengiyek mezin dît. Pergala serdest wek berpirsyarê yekemîn Rêbertî dît û bi komploya 15’ê Sibatê ya navnetewî re Rêbertî xist Îmraliyê. Pergala serdest berpirsyarê duyemîn jî jina efsane rêhevala Sakîne Cansiz dît û di navenda Parîsê de bi hovitiyeke ku di dîrokê de mînakên wê ne yên dîtin rêhevala Sara qetil kirin. Li gorî xwe wisa fikirîn ku ger vê tevkujiyê bike, wê meyla azadiya jinê, meyla azadiya civakê, dengê jina azad û dengê civaka azad, derketina jina azad û berxwedaniya wê, rabûna civaka azad û berxwedaniya wê bişkîne.
Hêzên zilamên yekdest yê komploger, bi giştî peyama ku bi komkujî û komploya 9’ê Çile yê xwestin bidin, di dîroka xwe de şehtînên pir mezin jiyan kirin. Çawa ku di şexsê Rêber Apo de komploya 15’ê Sibatê ya di navbera dewletan de pêk hat ne karî dengê civaka azad bi tewisîne û ev deng her çû ji berê bi hêztir û bilintdir bû, wê nikaribin bi komplo û komkujiya 9’ê Çile ya li Parîsê jî, dengê azadiya jin bi tewisînin û ev deng her biçe wê ji berê zêdetir bi îdayek mezin bilindtir bibe.
Zilar Stêrk