MEXMÛR – Sibe Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî ye, bi vê boneyê li dibistana Amadeyî a Şehîd Koçerîn a Wargeha Penaberan ya Mexmûrê, Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî bi tevlîbûna xwendevan û mamostayan bi daxuyaniyekî hat pîroz kirin. Ji beriya daxuyanî were xwendin deqek rêzgirtin ji bo giyanê tevayê şehîdên Kurdistanê hate girtin. Piştre daxuyanî ji aliyê xwendevana bi navê Şîmal Ûnver ve hate xwendin.
Daxuyani wihaye:
“Dema mirov behsa ziman û dayîkê bike, bê guman wê gelek tişt hebin ku mirov bêjin. Peyvên ziman û dayîk bi serê xwe her yek pir wateyên wê yên giring hene. Ziman hebûna mirove, bê ziman ne jiyan dibe û ne jî pêşketin. Li cîhanê heta niha bi hezaran ziman ji aliyê rejîmên serdest ve hatine tinekirin û ji dîrokê hatine rakirin. Li gorî UNESCO’yê tê gotin tenê di sedsala me de ji ber ku êdî nekarîn bên bi karanîn, bi sedan ziman windabûne û di nava pelên dîrokê de tinebûne. Taybetiya 21’ê sibatê ji di bûyereke taybet ya sala 1952’an de hinek xwendevanên Bangladeşî li Hindîstanê ji bo fermîbûna zimanê xwe, xwepêşandanekê li dardixin. Di vê çalekiyê de 12 kes hatibûn kuştin. Ev wekî bûyerekî taybet derbazî dîrokê dibe. Dema Bangladeşî serxwebûna xwe bi destdixin, her sal 21’ê Sibatê wekî roja lehengên zimanê dayîkê pîroz dikin. Piştre rayedarên Bangladeşî ji UNESCO xwestin ku ev roj wek roja zimanê dayîkê yê cîhanî were pejirandin. Di sala 1999’an de ji bo pêşî li ber tinebûn û windabûna zimanan were girtin, 21’ê sibatê ji aliyê UNESCO ve wek Roja Zimanê Dayîkê hate ragihandin.”
Her kes dizane ku êdî tevgera azadiya gelê Kurd bi van dek û dolabên xapandinê hesiyane. Ew jî bila bizanin ku heta em mafê xwe yê hemwelatiyek azad, xweseriyek demokrat û wekheviya zayendî bidest nexin, heta zimanê Kurdî cihê xwe yê pêwîst di nava civakên navnetewî de negire, gelê Kurd bi serok û pêşengên xwe re li ser xaka Kurdistanê jiyanek bi rûmet û mîsoger ne afirînîn, tekoşîna me wê berdewam bike.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî serok Apo, zimanê me hebûna me ye, bê ziman jiyan nabe’ bi dawî bû.