NAVENDA NÛÇEYAN
Mirov dema vê gotinê dibhîse ” Dar ser koka xwe Mirov ser zimanê xwe dijî” her mirovek rastiya wî tê bîra wî, ji ber ku di rastiya her mirovakî de koka wî heye ew kok jî zimanê wî miroviye. Ziman sedema hebûna gel û çanda wê ye.
Tu mirov bê ziman ji dayik nebûye, her netewek yan jî mirovek bi zimanê xwe xwedî nasnameye. Ya ku mirov dide naskirin û isbat kirin ziman e, ji bo vê yekê nasnameya her netewekî di zimanê wî de diyar dibe ji kîjan netewiye. Her netew koka wî zimanê wiye, lê belê gelo ew netewê ku bê Zimanê xwe, jiyan dike mirov dikare ji wî netewî re bibêje tu jiyan dike? Ji ber tiştekî pir bi nakoke netewek heye lê belê ew netew bê ziman e, gelo ev netew dema ku li cîhanê belav dibe bê kok, bê nasname, bê çand jiyan dike?? Yan jî li kêleka wê rastiyeke wî netewî heye ew jî “Asimîlasyone”.
“Jiyan bê Ziman nabe”
Asimîlasyon jî ne netew bixwe tîne, li pişt vê asimîlasyonê dewletên desthilatdar hene, ên ku dixwazin wî netewî bixin bin desthilatdariya xwe, bixin koleyên xwe û wî bikarbînin. Dewletên desthilatdar ji bo ku gel asimîl bikin Modernîteya Kapîtalîzm pêş xistin da ku gel roj bi roj were helandin di nav modernîteya kapîtalîst de û ji civakbûyina xwe qut bibe. Li ser civakê ziman û rêgezperestiya welatekî din didin ferzkirin. Eger tu rêgezperestiyê li ser ziman, bawerî, bîrdozî û hemû aliyên civakê bikî, ev tê wateya tunekirina civakê, di roja me ya îro de bi milyonan mirov nikarin bi zimanê dayikê bi axivin ev yek tê wateya Asimîlasyona Civakê û helandina wê dibin desthilatdariyê de ye. Ji ber vê yekê netewê ku bê zimanê xwe jiyan dike, ew ne jiyane, mirin e!! ji ber ku jiyan bê ziman nabe.
Bi salan e zimanê me yê dayikê hatibû helandin, ev helandina wî jî ji ber dewletên desthilatdar her dixwestin Kurda tunebikin, da ku netewê Kurd tunebikin her şêwazê dasthilatdariya xwe bikar tanîn li ser Kurdan di milê qetilaman, Koçberkirin, helandina Çand, tunekirina Ziman de û hwd…. Bi salan e dewletên dasthilatdar polîtîkayên xwe yên qirêj ser Kurdan dimeşînin da ku desthilatdariya xwe berdewam bikin. Lê belê mirov vê yekê jî jibîr neke berxwedaniya gelê Kurd a ku bi salan dijî dewletên desthilatdar dewam dike, bi îradeya xwe gelê Kurd nasnameya xwe di dîrokê de parast. Gelê Kurd bi parastina zimanê dayikê di roja me ya îro de muhra xwe li dîrokê dan.
Civaka Kurd bi Zimanê dayikê hebûna xwe isbat dike. Hebûna Civakê, nasnameya civakê, îradeya civakê bi zimanê dayikê mukemel dibe. Tevahiya gelên cîhanê 21`ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî digrin dest û pîroz dikin.
NC // NUDA ELEFTİRYA