WAN – Walîtiya Wanê û Midûriyeta Xizmetên Lezgîn a Karên Afetê ‘Fermana Idlibê’ ji şaredariyan hemûyan re şand ku rejîma AKP’ê a dagirker bi rêya qeyûm dest daniye ser wan.
Di navê “Em bi hev re ne, em bi Idlibê re ne” dest bi kampanyayekê kirin û li gorî agahiyan, ji bo pere ji personelan bên standin zext li wan tê kirin.
Nivîs bi îmzeya walî M. Emîn Bîlmez ji şaredariyan û saziyên cemaweriyê hemûyan re hate şandin. Di nivîsê de her wiha hesabên ku pre ji wan bên şandin jî hatine nivîsandin.