HEWLÊR – Dewleta Tirk a dagirker li Başurê Kurdistanê ji faaliyetên dîplomatîk, ekonomîk heta faaliyetên leşkerî yekser bi destê MÎT’ê tê meşandin.
Başurê Kurdistanê ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê şûnve bûye baregehê MÎT’ê yê herî mezin. Her roja ku diçe MİT xebatên xwe berfireh dike. Li gor agahiyên dawî, MÎT di bin banê KDP’ê li her bajarê Başurê Kurdistanê xwe bi şaneyên veşartî rêxistin dike. Şaneyên veşartî di her alî de Kurd û Kurdistanê dike hedefên xwe. KDP’ê û YNK’ê jî alîkarî dide van şaneyên veşartî. YNK’ê jî li beramberî vî tiştî çavê xwe digire.
Şaneyên veşartî yê MÎT’ê li bajarê Hewlêr û Silêmanî bi hejmarên 30-40 kesî civînên xwe pêk tîne.
MÎT li Başurê Kurdistanê kesên ku ji ber sedemên siyasî koçî Başur kiriye dike hedefên xwe. Bi gefxwarênê dixwaze wan bike sîxûrê xwe. Ji bo vî jî li ser mesaj û telefonê xwe digihîne wan kesan. KDP’ê û YNK’ê jî bo vî tu bertekî jî nîşan nade.
MÎT demekiye ruhê netewî ku di şerê Rojava de derketibû holê hedef digire. MÎT di vî warî de taybet bi KDP’ê re li ser partiyên Başurê Kurdistanê kar û xebatên xwe dimeşîne. Ji bo ku ew ruhê ku derketibû û hewldanên heyî li Başur lawaz bike, hevdîtinan pêk tînin bi riyên cûda cûda partiyan li dijî xebatên netewî rêxistin dike.
MÎT bi riya KDP’ê Başurê Kurdistanê guhdar dike. Li zanyariyên ku ji xebatkarekî Korekê hat girtin, MÎT di riya Korekê de kesên ku kirine hedefên xwe dişopîne û guhdar dike. Korek şîrketa sîm kart ya KDP’ê ye. Di Korekê de şaneyek hem veşartî hem jî raste rast agahî ji MİT’ê re kom dike û dide hene.
Li seranserê bajarên Başur biryargeh, ofîs û buroyên xwe avakiriye. MÎT xwe li her bajarî bi riyên cûda cûda nîşan dide, xebat dimeşîne. Tê îddîa kirin ku, MÎT xwe aniye hêza ku kengî karibe suîkast pêk bîne. Li zanyariyên heyî jî MÎT ji Hukumeta Başur jî fermî alîkarî digire. Di vî mijarî de Hukumet hîna îddîayên heyî nederewandiye.
NC // ANDOK OZGUR