NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin artêşa Tirk a dagirker saet 17:30’an gundê Fatsa yê Eyn Îsayê topbaran kir. Li gund sê zarok û jinek birîndar bûn û birîndar rakirin nexweşxaneya Reqayê.
Hemwext artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Sarûç, Kopirlik, Evdîkoy û Qizelî yên Girê Spî bombe kir. Diyar bû di van êrîşan de nuqteyên rejîma Sûriyeyê bûne hedef.
Hat zanîn li gundê Bîrkîno di navbera hêzên rejîma Sûriye û komên çete yên rejîma Enqerê de şer derket.