GIRÊ SPÎ – Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê saet di 18.40’an de di heman demê de girte ser gelek gundan.
Hate ragihandin gundê Xirbet Beqe, Birzinar, Kor Hesen, Leqleqo, Qiz Elî, Sawano û Mewûca bi hawan û obusan tê bomberdûmankirin.
Hate diyarkirin ku di êrîşê de sivîl bûn hedef.