NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên şer ên aîdî artêşa Tirk a dagirker gundên li herêma Bradost bombe kirin. Gera balafirên keşfê ya li ser herêmê jî didome.
Li gor agahiyên hatine wergirtin, balafirên şer ên aîdî artêşa Tirk a dagirker gundên li herêma Bradost a girêdayî Hewlêr bombe kirin. Gera balafirên keşfê ya li ser herêmê jî didome.
Nûçegihanê Rojnews ê li herêmê ragihand ku ji ber bomberdûmanê rez û baxçeyên welatiyan rastî ziyaneke mezin hatiye û balafirên keşfê li ser herêmê digerin.