NAVENDA NÛÇEYAN – Balyozê Çînê yê Rusyayê Zhang Hanhui diyar kir zanyarên Çînî aşiya çareserkirina vîrusa Korona peyda kirine. Hanhui diyarkir niha aşiya vîrusê di testên dawî de ye.
Balyozê Çînê yê Rusyayê Zhang Hanhui, ji çapmeniya Rusyayê re axivî û diyar kir zanyarên Çînî aşiya vîrusa Koronayê peyda kirine.
Her wiha Zhang Hanhui ragihand niha aşî di testên dawî re derbas dibe û ew di nava hewildanan de ne ji bo di demek nêz de aşî were belavkirin.
Zhang Hanhui got: “Em bi hêvî ne heya dawiya meha Sibatê li hemû bajarên Çînê jiyan asayî bibe. Her wiha heya dawiya meha Adarê jî jiyan li bajarê Wuhanê yê ku vîrus lê derket, vegere rewşa xwe ya asayî.”