HESEKÊ – Tevgera Xwendekarên Demokratîk li bajarê Hesekê civîna xwe ya ji bo hilbijartina meclisek nû lidar xist. Civîn bi beşdariya nûnerên zaningehan û xwendekarên dibistanan pêk hat.
Di civînê de hevserokê meclisê û komiteyên wê hat diyar kirin. Di nava komiteyên ku hatin diyarkirin ev komite hene: Komiteya Werzîş, Zanistî û Ronahitinê, Komiteya ragihandin, Komiteya tenduristî, Komiteya lêkolinên zanistî, Komiteya çand û huner, Komiteya têkîliyan û koordînatorê zaningeh û dibistanan.