STENBOL – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, “Di 23’ê Sibata 2020’an de li taxa Tepeustu ya Umraniyeyê, yekîneya me atolyeya faşîstan bi çalakiya sabotajê şewitandin.”
Yekîneya Tolhildanê ragihand ku xisar li kargehê û wesayitan bûye û hişyariyeke bi vî rengî da: “Her qada jiyanê ya hevkaran di hedefa me de ne.” Komê diyar kir, heta ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û Ocalan azad bibe wê bi biryardarî çalakiyên xwe dewam bikin.