STENBOL – Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaşê di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de, serî li Komîteya Şopandin û Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan. Di serlêdanê de binpêkirinên mafan yeko yeko hatine rêzkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê parêzeran di serlêdanê de diyar kiriye ku ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta 2’yê Gulana 2019’an nikaribûne hevdîtinê bi muwekîlên xwe re çêbikin û piştî 7’ê Tebaxa 2019’an jî serlêdanên hatine kirin, hemû hatine redkirin. Parêzeran di serlêdana xwe de gotiye, di 3 mehên dawî ya sala 2019’an de her carê 4 parêzeran serlêdan pêk aniye û bi giştî 108 hevdîtinên parêzeran bêbersiv mane. Di serlêdanê de hatiye gotin: “Li gor qanûnê di nav vê demê de mafê her serlêderekî yê hevdîtinê 469 saet e, lê belê tenê hevdîtinek jî pêk nehatiye. Di 3 mehên dawî yên sala 2019’an de malbatan jî 65 caran serlêdan pêk aniye lê belê hevdîtinek jî pêk nehatiye. Li gor qanûnê rojên taybet ên wekî 29’ê Cotmeha 2019’an û rojên cejnê 8 caran mafê hevdîtinê hebûye, lê belê yek jê jî pêk nehatiye.”
CEZAYÊN KÊFÎ HATINE BIRÎN
Di serlêdanê de ji bo Veysî Aktaş jî hat gotin ku Aktaş hikumxwar e û ji ber vê 4 jê vekirî bi giştî 12 hevdîtinên wî pêk nehatine. Di serlêdanê de hatiye gotin: “Hatiye diyarkirin ku ji bo hevdîtina Ocalan û wasiyê wî cezayê dîsîplînê ne asteng e, lê belê dozgeriyê serlêdanên wasiyê wî hemû red kiriye. Birêz Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş di Adara 2015’an de neqlî Girtîgeha Îmraliyê hatine kirin lê belê 4 sal û 9 meh in parêzer nikarin hevdîtinê bi wan re çêbikin.”
Di raporê de hatiye destnîşan kirin ku ji Îlona 2018’an ve bi awayekî rêk û pêk 3 mehan carekê herkê 5 caran cezayê dîsîplînê li girtiyan hatiye birîn û hatiye gotin ku ev ceza bi awayekî kêfî hatine birîn. Di serlêdanê de hatiye gotin ku cezayên dîsîplînê nehatine teblîxkirin û bi vî awayî hem mafê serlêderan hem jî mafê muwekîlên wan hatine astengkirin.
‘TÊKILIYA WAN A BI DERVE RE HATIYE QUTKIRIN’
Di serlêdanê de hatiye destnîşankirin ku pêwendiya Ocalan û her sê girtiyên din a bi cîhanê re bi temamî hatiye qutkirin û hatiye gotin: “Mafên sereke yên muwekîlên me hatine binpêkirin. Mafê wan ê tenduristî, parastin û ragihandinê hatine astengkirin. Serlêdanên hiqûqî û nameyên derbarê danûstedinên hiqûqî tên astengkirin. Tiştên di şert û mercên fizîkî, civakî û derûnî de pêk tên, dijî qedexeya êşkenceyê ne. Qedexeyên darazê yên kêfî, qedexeyên îdarî yên bi awaykî kêfî pêk tên tiştine wiha ne ku, divê neyên paşguhkirin. Lê divitêyên wan pêk nayên.Diviya şert û merc li gor temenê wan, rewşa wan î tenduristî û weziyeta wan bûna, lê belê berevajî vê ne û di asta êşkenceyê de bi awayekî sîstematîk pêk tên.”
BILA CPT RAPORA XWE EŞKERE BIKE
Her wiha parêzeran di serlêdanê de bal kişandiye tewsiyeyên di raporên CPT’yê yên der barê Îmraliyê de hatine diyarkirin û gotine, lê belê di sê mehên dawî de ev tişt pêk nehatine. Di serlêdanê de pêkanînên ku komîteyê di di dema serlêdana xwe ya 2016’an de aşkere kiribûn jî cih girtine û ji bo vê ev tişt hatine gotin: “Komîteya we tim û tim tewsiyeyan dike. Yek ji vana jî mafê ragihandiyê ye. Lê belê rêzdar Ocalan ji sala 1999’an ve nikare mafê xwe yê telefonê bi kar bîne.”
Di dawiya serlêdanê de jî hatiye diyarkirin ku ji bo binpêkirinên mafan ji holê rabin divê pêvajoyeke şopandinê ya çalak dest pê bike. Her wiha di serlêdanê de ji bo serlêdana CPT’yê ya berê jî ev tişt hatine gotin: “Komîteya we di 6-17’ê Gulana 2019’an de çûye Girtîgeha Îmraliyê û hin tespît kirine. Em dixwazin di nêz de ev tespît û tewsiye bên eşkerekirin.”