STENBOL – Cengîz Yureklî, Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ên ku parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan in ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzeran herî dawîn di 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtinek kiribûn. Ji wê rojê û şûnde tu bersiv ji serlêdanên parêzeran re nehate dayin.