AMED – Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihand ku Yekîneyên Tolhildanê yê girêdayî wan li Amed rêzçalakî pêk anine.
Daxuyaniya Koordînasyona DGH’ê wiha ye:
“Di 21’ê Sibatê derdora saet 19:00’an li navçeya Amed Rêzanê li dijî esnafekî Akp’î Yekîneyê Tolhildana şehîd Rizgar Farqin bi armanca hîşyarkirinê bombeya deng avêtiye dikana wî. Di encama çalakiyê de ziyana maddî gihişt dikanê.
EM Ê HESAB BIXWAZIN
Ev çalakî ji bo hîşyarkirina hevkarên Akp’ê û piştvaniyên faşîzma Akp-Mhp ku dikevin axa Kurdistanê hatiye lidar xistin. Em ê nîşanî hemû kesî bidin ku kes nikare bi hesanî hespê xwe li ser vê axê bigerine. Heta em nefs bidin û bistinin, em wek xwediyê vê axê em ê hesab ji neyaran bixwazin. Em wek parazvanên doza mafdar bang li hemû ciwanan dikin ku li kêleka me cih bigrin.”