HESEKÊ – Yekitiya Mamosteyan li Şedadê turnuvaya bi beşdariya ji 12 tîman ji navçeya Şedadê, gundewarên wê weke Herîrî, Ebdan, Cermiz û Ebû Faris pêk tê, li dar xist.
Turnuvaya ku dê 10 rojan berdewam bike, bi maça tîma Herîrî û Şedadê dest pê kir û bi serketina 3 golan a tîma Herîrî bi dawî bû.
Endamê Yekitiya Mamosteyan ê gerînendeya Şedadê, Elî Cerad bal kişand ser girîngiya kifşkirina behreyên nû yên mamosteyên navçeyê û bilindkirina moralê mamosteyan. Cerad anî ziman ku turnuva dê 10 rojan dewam bike, di dawiyê de dê tîma serkeftî, baştirîn lîstikvan, baştirîn pasdar û tîma di asta duyemîn de werin hilbijartin.
Cerad got ji bo hilbijartina baştirîn lîstikvanî dê komîteya çavdêriya lîstikvanan hebe û dê tîma beşdarî turnuvayên herêma Cizîrê bibe, were avakirin.
Her wiha mamoste Ehmed Weys axivî û got: “Mîna van turnuvayan asta bedenî ya mamosteyan bilind dike.”
Weys di dawiya axaftina xwe de hêviya avakirina turnuvayên basketbolê, kişik û lîstikên din kir.