NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Tendirustiya Îranê ragihand ku hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê mirine gihiştiye 19 kesî. Herwiha hate gotin ku kesên li ser vîrûsê nûçeyên ne rast belav dikin, wê werin ceza kirin.
Vîrûsa korona ya ku destpêkê li Çînê derketî holê, li cîhanê roj bi roj belav dibe. Li Îranê jî roj bi roj hejmara miriyan zêde dibe. Berdevkê Wezareta Tendirustiya Îranê Kiyanuş Cehanpur li ser hejmara dawî ya kesên bi vîrûsa koronayê ketine û mirine daxuyaniyek belavkir.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, heya niha li Îranê 19 kes bi vîrûsa koronayê mirine û 139 kes jî bi vîrûsê ketine.
Meclîsa Dadwerî û Lijneya Yasayî ya parlamentoya Îranê jî biryar da ku kesên nûçeyên ne rast li ser vîrûsê belav bikin, wê ji bo salek heya 2 salan werin girtin. Meclîsê diyarkir ku nûçeyên ne rast bandorê li aboriya welat û welatiyan dike.