NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Meranaze, Malikiyê, Şiwarxa û Kela Şiwarxa yên navçeya Şerayê, gundê Meyasê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê û bajarokê Şêx Îsa yê herêma Şehbayê bi dijwarî topbaran dikin.
Li gorî agahiyan, di encama topbarana bajaroka Şêx Îsa de, du sivîl birîndar bûne.