NAVENDA NÛÇEYAN – KODAR’ê ji ber erdheja li bajarokê Kotol yê Rojhilatê Kurdistanê ji kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxî û ji birîndaran re jî şifaya xêrê xwest û wiha got; “Divê gelê me bi hişyarî û bi awayekî hevgirtî xwedî li mexdûrên erdhejê yên ku jiyana xwe ji dest dane û malên wan wêran bûne, derkeve.”
Hevserokatiya KODAR’ê têkildarî erdheja ku li bajaroka Kotol yê Rojhilatê Kurdistanê rû da, daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye;
“Di encama erdheja ku li ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bajarokên Kotol û Elbakê rû da, hejmarek welatparêzan jiyana xwe ji dest dan û hejmareke zêde jî birîndar bûn, em ji malbatên wendahiyan re sersaxî, ji kesên birîndar re jî şifaya lezgin dixwazin.
Di van salên daviyê de bi giştî gelê me gelek ru bi ruyê zehmetiyan hatin. Li herçar parçeyê kurdistanê jî heman zehmetî hatin jiyan kirin. Hindek rewş sedemên ku xwezayîne têne jiyan kirin lêbelê ya esas jî hemu rewşên ku xwezayî jî çêdibin, dîsa ji ber kêm tedbîr girtina û xemsartiya dewletane. Ji ber tedbîrê kêm û goherandina cografiyaya kurdistanê (bendavên ku çêdike)gelek rewş girantir dike. hemlafav radibin û hem jî erdhejên ku çêdibin gelek bi bandor dibin.
Di vê erdhejê de ku dewleta Îranê agahiyên derbarê xisarên wê de bi zanebûn vedişêre û tu alîkarî ji cihên erdhejê re nebiriye, rewşeke giran heye. Bi dehan mal wêran bûne, rewşa hewa ya sar jî zehmetiyên jiyanê pir zêde kiriye. Em di wê baweriyê de ne çawa ku di bûyerên dîtir yên li Kurdistanê de gel mînaka herî rast ya hevgirtin û alîkariyê raber kir, dê vê demê de jî dê gelê me yê welatparêz xwedî li herêmên erdhej lê qewimî derkeve, di warê madî û menewî de piştgiriya xwe nîşan bide û dê tu bendewarî ji dewletên dagirker neke. Ji ber ku di her bûyerekê de, ne tenê dewletên dagirker yên Îran û Tirkiyê alîkarî nedane gel, herwiha li pêşiya alîkariyan jî astengî çêdikin. Lewre divê gelê me bi hişyarî û bi awayeke berfireh û hevgirtî xwedî li gelê xwe derkeve, malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane bi tenê nehêlin, yên malên wan wêran bûne û li çadiran dimînin, di her warî de alîkarî jê re bibin û nehêlin ku gel muhtaç bimîne. Em li ser vê bingehê ji gelê xwe daxwaz dikin bi vê berpirsyariyê nêzîk bibin.”