STENBOL – Piştî ku eşkere bû li Girtîgeha Îmraliyê şewat derketiye, ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan lê girtî ye, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniyek weşand.
‘DIVÊ EM TAVILÊ HEVDÎTINÊ BIKIN’
Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wiha ye:
“Di çapemeniyê de hate ragihandin ku 27’ê Sibata 2020’an li Girava Îmraliyê şewat derketiye. Ji ber ku serlêdanên me yên ji bo hevdîtinê ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve tên astengkirin, haya me ji muwekîlê me yê li Girava Îmraliyê nîne. Ji ber vê yekê li ser mijara şewatê agahiya me nîne û me ji çapemeniyê agahî wergirtine. Ji bo em rewşa tenduristiyê ya muwekîlê xwe hîn bibin û fikarên me ji holê rabin, me serî li Wezareta Edaletê û Serdozgeriya Komarêya Bûrsayê dan ku tavilê em karibin hevdîtinê bikin. Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Divê her kes bi rengekî cidî nêzî her nûçeyên têkildarî şert û mercên tecrîdê tên weşandin bibin. Divê em tavilê biçin Îmraliyê.”
Piştî şewata li daristanê parêzer Îbrahîm Bîlmez, Raziye Tûrgût, Rezan Sarica û Mazlûm Dînç ji bo karibin Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bibînin careke din serlêdan kirin.