QAMİŞLO – Meş ji ber navenda ciwanan ber bi çalakiya konvedanê ya ku şêniyên Qamişlo li ber avahiya NY`î lidar xistine ve meşiyan. Ciwanan meşale û pankartên bi nivîsên Em ê destên dirêjî Rêber Ocalan dibin bişkînin hildan.
Ciwanan heya konê çalakiya konvedanê meşiyan, tev li çalakvanan bûn û sloganên Bê serokê jiyan nabe berz kirin.