MINBIC – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê li stada Beledî ya navenda bajêr kom bûn û daxuyanî dan raya giştî. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Muhsin Casim ve hate xwendin.
Di daxuyanî de bang li civaka navdewletî û rêxistinên hiqûqî û mirovî hate kirin ku erka xwe ya qanûnî û mirovî ji bo parastina tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên di girava Îmraliyê de bi cih bînin û wiha hate domand: “Her wiha em bang li gelên demokrasîxwaz, tevgerên şoreşger û saziyên mirovî yên li tevahî cîhanê dikin ku li dijî hikumeta faşîm a Tirkiyê serî hildin, hemû cûreyên çalakiyan lidar bixin da ku xelek parastinê li derdora rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan çêbikin. Em bang dikin ku fişar li hikûmeta Tirk a faşîzm da ku destûr bidin parêzerên rêbertî ku serdana wî bikin û tenduristiya wî û hevalên wî yên girtî eşkere bikin.
Em banga vekirina lêpirsînek navdewletî der barê sedemên vê şewatêde dikin.”
Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmeyên banga azadiya Ocalan hatin qîrkirin.