NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan yên Têkoşer li ser şewata ku li girava Îmraliyê ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan lê girtî ye derket daxuyaniyek hevpar weşandin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;
“Derketina şewata Girava Îmralî, berdewama Komploya Navnetewî ye. Demekî dirêj e li ser Rêber Apo tecrîda girankirî didome. Bi ti awayî ji Rêber Apo agahî nayê girtin. Ji ber vê yekê di derbarê rewş û jiyana Rêber Apo de fikar zêde dibin.
Em wek Ciwanên Başurê Kurdistanê vê rewşê qebûl nakin. Em ciwan bi hers in. Heta parêzer û malbata Rêber Apo neçin hevdîtinê nekin wê ev agirê li Îmralî belavî temamî Tirkiye û Kurdistanê bibe. Em ê her deverê bikin agir.
Rêber Apo xeta me ye sor e. Li hember vê rewşê sebra me nemaye. Em bang li ciwanên başur û gelê xwe yê xwedî bi hezaran şehîd dikin. Divê bi ruhê şoreşa Kurdistanê xwedî li Rêber Apo derkevin.
Ji sibê şûn de bi meşaleyan bi dirûşmeya, “Wê agirê Îmralî we jî bişewitîne” emê dakevin qadan.
Carek din em diyar dikin ku heta agahiyek pê bawer neyê girtin wê em ê qadan vala nehêlin.”
Wê îro seat 18:30 ê de li Silêmanî li Baxê Giştî bi pêşengtiya me bi meşeleyan meş wê were kirin.
Dîsa li navçeya Silêmanî Seyîd Sadiq, li Kerkûk û derdora wê, li heremên Raperîn û Germiyan bi pêşengtiya me wê çalakî werin li dar xistin.”