RANYA – Meclîsa Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanên Têkoşer a Herema Raperîn li Ranya kom bû û di derbarê şewata ku Îmralî derketî civiya. Ciwanan piştî civînê plansaziya xwe ya çalakî eşkere kir û daxuyanî dan. Ciwanan diyar kir ku heta ji Rêber APO agahî neyê girtin wê bênavber li qadan bin.
Daxuyaniya ciwanan wiha ye:
“Em wek ciwanên Başurê Kurdistanê ev agira ku li Îmralî derketiye em qebûl nakin. Heta ku em agahî negirin em ji dewleta Tirk a dagirker bawer nakin. Divê demildest parêzer û malbat biçe bi Rêber APO re hevdîtin pêk bîne. Em ji vir eşkere dikin wê bê navber em ê li qadabin. Wê her çalakiyê me bidome.”