STENBOL – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî piştî şewata li Îmraliyê li Stenbolê li dijî hevkarên AKP’ê çalakiyek kirin.
Yekîneyê ev agahî da:
“Endamên me yên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî duh di saetên şevê de li dijî avahiyeke kar a 6 qat a hevkarên AKP’ê yali Bahçelîevler a Stenbolê çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Di vê çalakiyê de beşek mezin a vê cihê kar şewitî û tine bûye.
‘EM Ê HESAB JÊ BIXWAZIN’
Em li dijî êrîşa dewama komployê ye bêdeng namînin. Em ê hesabê her dareke ku li Îmraliyê şewitî bi çalakiyên xwe yên dikin û hê jî bikin hesab ji dewleta Tirk bixwazin. Radigihînin ku ketine pêvajoya çalakiyên bê navber.”