PARÎS– Ji ber şewata Girava Îmraliyê ya duh serî sibê qewimî, ji bo ku parêzeran û şandeyek serbixwe li Îmraliyê bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bînin li Parîsê çalakiya serkêşiya sivîl pêk hat.
Ciwanên Kurd ên ku li Parîsê di Kanala Russia Todayê de çalakiya serkêşiya sivîl pêk anîn, dan zanîn ku ev çalakî ji bo ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku Dewleta Tirk a faşîst pêk tîne, bi dawî bibe hatiye lidarxistin. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin vekirin û dirûşmeyên bi Fransî hatin berzkirin.
Di hevdîtina bi xebatkarekî Kanala RTê re hat kirin de dosyayek di derbarê rewşa dawî ya Rêberê Gelan Ocalan de ye hate pêşkeşkirin. Ji bo vê rewşa bêhiquqiyê ji kanalê çêkirina bernameyekê hate xwestin û rêvebirên kanalê jî di derbarê vê rewşa bêhiquqiyê ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de soz dan ku di demek kin de bernameyek çêkin.
Ciwanan, piştî vê hevdîtinê çalakiyên xwe bi dawî kirin.